Oluç: HDP bendê derbas dike, peywirdarên ji ser sendoqan veneqetin

Alîkarê Hevserokê HDP’ê Sarûhan Oluç li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyek da û got li gor daneyên ber destê wan HDP’ê bend derbas kiriye, bang li peywirdarên sendoqan û mişahidan kir ku ji ser sendoqan veneqetin.

Alîkarê Hevserokê HDP’ê Sarûh Oluç got encamên hilbijartinê ji hêla AA’yê ve têne manîpulekirin û armanca AA’yê ew e ku morale gel xira bikin, bihêlin ku ji ser sendoqan veqetin. Oluç got heta ku ji Navenda HDP’ê agahî neye standin divê cihê xwe yê peywirê bernedin. Oluç her wiha got divê peywirdarên partiyên demokratîk jî sendoqan bernedin.

Oluç got AA rastiyan berovajî dike ev jî dibe sedem ku rastî bi çend saetan bi derengî bikeve û domand, ‘’Li gorî daneyan HDP’ê bend derbas kiriye.

Li vir dîsa AA manîpulasyonê dike. Mînak encamên bajarên Kurdan AA bi derengî dide, hin bajar hîç nedane. Çima nadin? Ji ber ku encamên wir dike ku HDP’ê bendê derbas bke. AA  ji gelek eniyan manîpulasyonê dike.’’

Oluç got HDP’ê bend derbas kiriye, bila mişahid û peywirdar li ser karê xwe bin. Oluç got, ‘’Heta ku ji me re nebêjin, bila kes dev ji karê xwe bernede.’’