Olûç: Em bibin yek em ê li dijî rejîmê xurt bin

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku divê têkoşîna civakî were xurtkirin û pêdivî bi tifaqan heye û got, “Em li ser soza xwe ne ku, hemû metodên demokratîk û alternatîf ên têkoşînê biceribînin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî encamên civînên Meclîs Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Olûç got ku: “Di heqîqeta xwe de em dixwazin ji vî welatê ku wê bibe mînaka cîhanê dixwazin çend mînakan bidin. Yek ji van mînakan Yûsûf Topal ê 82 salî ku li Gîresûnê wî paş de kelepçe kirin, gaza îsotê reşandinê, krîz dil derbas kir û ew kuştine. Beriya hilbijartinê yên li Pirsûsê 3 welatî qetil kirin hêj dest û milê xwe dihejînin û digerin. Di vê mijarê de pêşniyara lêkolînê me da Meclîsê weke ku hûn dizanin ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve hat redkirin.”

CEZAYÊ LI SER ZAROK TV

Olûç bal kişand ser cezakirina Zarok TV û wiha domand: “Bi sedema di Zarok TV de stranek peyva ‘Kurdistan’ derbas dibe ceza dane. Zarok Tv bi zimanê zikmakî weşanê dike. Çi ne ew gotin? Ji ber ku navê cihê Kurd lê dijîn peyva Kurdistan e. Ev jî bûyerek divê mirov bi tiliyê nîşan bide.”

Olûç peyama piştgiriyê ya Tirkiyeyê ya ji bo Yewnenistanê ya balafirên agirkuj bi bîr xist û wiha got: “Li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê şewat derketin. Gelo van balafirên agirkuj çima mudaxaleyî agirê li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê nekirin? Ji ber ku kesên li van deveran dijîn Kurd in.”

BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN

Olûç bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û ev tişt anîn ziman: “Di demên dawîn de li girtîgehên Erzûrûm, Elezîz û Tarsûs îşkence li girtiyan tê kirin. Li gel serlêdanên malbat û parêzeran jî hê encamek nehatiye bidestxistin. Dayika Sîsê ya 78 salî hê jî li girtîgehê tê girtin. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan jî didome û nêzî 3 salan e nikare bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Parlamenter Leyla Guven û Enîs Berberoglû li girtîgehê tên girtin.”

 ‘EM Ê TEVLÎ RÛNIŞTINA QETLÎAMA ENQEREYÊ BIBIN’

Olûç îşaret bi rûniştina sibê ya doza Komkujiya Gara Enqereyê jî kir û wiha domand. “Wê heyetek ku ji parlamenteran pêk bê, wê beşdarî rûniştinê bibe. Serlêdana me ya ji bo mudaxîlbûnê heye. Hê jî berpirsyarên cemaweriyê yên ku îxmalên wan di vê komkujiyê de hene nehatin lêkolînkirin. Hejmareke zêde dosya û belge li dosyayê nehatin zêdekirin. Em ê dîsa jî îtîraz û mudaxaleyên xwe yên hiqûqî bidomînin.”

Olûç daxuyaniya xwe bi van gotinan domand: “Îro civaka Tirkiyeyê rejîma ku bi rêbaz û encamên xwe derketiye holê û ferzkirina pêkûtiyên wê qebûl nake. Nîvê civaka Tirkiyeyê vê pêkutiyê qebûl nake û îtîraz dike. Peywira me jî ev e ku em muxalefeta civakî û demokratîk û îtîrazên ku tên kirin, bi hemû pêkhatiyên HDP’ê re rêxistin bikin û muxalefeta civakî ya herêmî xurt bikin.”

‘DAÎMÎKIRINA OHALÊ LI DIJÎ HEVPEYMANA NAVNETEWEYÎ YE’

Olûç, da zanîn ku rejîm ne demokratîk e û got: “Qanûna daîmîkirina OHAL’ê, waliyên erkên super û qanûna pêvajoya dirêjkirina destgîrkirinê li dijî hevpeymana navneteweyî ne. Ne li gorî biryarên Komîsyona Venedîk û feraseta DMME’yê ne. Hewl didin hikumdarek hilbijêr ava bikin. Ji ber vê yekê em bi pergalek hiqûqê bin pê dikin re rû bi rû ne. Ger em karibin mûxalifeta demokratîk û civakî bînin gel hev, em ê karibin bi hevre vê rejîma ne rewa ji holê rabikin.”

Olûç, da zanîn ku pêwîste ew xwedî li sozên dayîn civakê derbikevin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku em hemû sozên xwe bînin cih, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyînê berdewam bikin. Pergal nû tê avakirin. Ev avakirin bi koalisyona AKP û MHP’ê berdewam dike. Mîna mûxlefetên demokratîk û civakî, divê em ji nûve pêvajoya  avakirina demokratîk nîqaş bikin. Di vî warî de divê em bi biryar bin. Divê em têkoşîna ked û edaletê bi hêz bikin.”

Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Ji bo amadekariyên hilbijartina herêmî, em derbasî merheleyek nû bûn. Di rewşên awarte de, em ê biçin hilbijartinên herêmî. Li ser rêveberiyên herêmî û şaredartiyê me nîqaş bi rê ve birin. Hedefa me ya sereke ew e ku em di qada herêmî de desthilatdariya navendî dorpêç bikin. Stratejiya me ya esasî ev e. Ji ber vê em ê namzetên rast danîn û tifaqa rast ava bikin. Em li ser vî esasî serkeftinê bi dest bixin.”

Olûç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di nava Desteya Rêveber a Navendî de me hin guhertin kirin û peywirdarên nû diyar kirin.”