Olûç: Di guhertinê de newekheviyeke mezin heye

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku bi banga "li malê bibin" her tişt safî nabe û wezîfeyên hikumetê bi bîr xist. Olûç got, "Di guhertina qanûnî de ya li ser girtiyan newekheviyeke mezin heye."

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, civîneke çapameniyê li dar xist û têkildarî mijarên di rojevê de daxuyaniyan da. Olûç, diyar kir ku nêzikbûneke ku extiyar bi vîrûsê dikevin û belav dikin hatiye afairandin û wiha got: “Ev ne rast e. Rewşa neyînî ya ku di nav civakê de li dijî extiyaran hatiye avakirin şaş e û nayê qebûlkirin. Ev tenê şikandina nirxê ye. Gaveke pêş ê vê yekê nîjadperestî ye û ev jî sûcekî giran e.”

‘DIVÊ KU EKÎPMAN BÊN TEMÎNKIRIN’

Olûç, bal kişand ser şertên xebatkarên tenduristiyê û ev tişt anî ziman: “Divê esas a girîng kêmasiyên xebatkarên tunduristiyê bên temamkirin. Divê ku amûrên ku wan ji vîrûsê biparêze bên temînkirin. Di peydakirina lepik, maske, pêşmalk, berçevka bi mertal û maskeyên N95 pirsgirêk dijîn. Divê ku bi awayekî lezgîn ev pirsgirêk bên derbaskirin. Divê şertên ku Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) jî tevlî pêvajoya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê bibin bên avakirin.”

‘DANEYÊN TÊN AŞKERAKIRIN HEV NAGIRIN’

Di berdewama daxuyaniya xwe de Olûç, destnîşan kir ku zelalî girîng e û wiha pêde çû: “Belavbûna emr û zayendê çî ye? Gelek sedemên me yên daxwaza zelaliyê hene. Heke em dixwazin banga “Li Malê Bimîne” cihê xwe bibîne divê ku dane bi awayekî zelal bên aşkerakirin. Mirov bi vê yekê dikarin bikevin ferqa micidiyeta mijarê. Duh di heman saetê de 2 daneyên cuda hatin dayîn. Serokkomê got ku 8 hezar û 554, Wezîrê Tenduristiyê got 2 hezr 433. Ev jî nîşan dide ku mijara zelaliyê çiqas girîng e.”

Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Wezîrê Tenduristiyê, ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 5 hezar û 35 test hatin kirin. Ev hejmar pir kême. Divê bi awayekê lez û bez herî kêm 20 hezar test bên kirin. Çiqas test bên kirin, em ê jî ewqas nêzî rastiyê bibin. Ger test hindik bin, rastiya heyî jî wê nerneke holê. Belê, banga em li malê bimînin raste. Heya roja îro me jî piştgirî da vê yekê. Ev piştgiriya me wê dewam bike. Lê tiştek pir girîngtir heye. Tenê gotina em li malê bimîn in ne bese. Hemû derfetên heyî, pêşkêşî civakê nekirin, bêedaletî, bêmafî û bêserûberiye. Ger hûn jêderkên vî welatî, di demeke wiha ya şewba vîrûsê de pêşkêşî gel nekin, wê demê hûnê çi demê pêşkêşî gel bikin? Ev ne qenciye. Ev peywireke.”

‘LI DIJÎ CIVAKÊ SÛCE’

Olûç, da zanîn ku divê sîgorteya bêkariyê bê rehet kirin û wiha rêz kir: “Lazime ku ewlekariya hemû kesên bê kar mane teqez sexlem kirin. Em îhaleya Qenala Stenbolê ya di rojên vîrûsa koronayê de hat rojevê jî rexne dikin. Ev li dijî civakî sûce. Li tevahiya cîhanê hemû desthilatdarî ji bo ku pêdiviyên welatiyên xwe bi cihî bibin re mijûlahiyekê dene, lê desthilatdariyê vê derê bi Îhaleya Qenal Stenbol re mijûle.”

SERERASTKIRINA ÎNFAZÊ

Olûç dûre bersiva pirsên rojnamegeran da û wiha got: “Ji ber vîrûsa koronayê mafê hemû girtiyan ên tenduristiyê û jiyanê heye. Hemû mafê jiyanê û tenduristiyê ya mirovan dibin ewlekariya dewletê dene. Ji ber divê hemû girtî bi awayekê wekhev bên dest girtin. Em girîngiyê didin vê yekê. Ji berê de em dibêjin ku divê di qanûna înfazê de guhertin bên kirin. Nabe ku tu girtî bên veder kirin. Bi awayekê zelal me ev nêrîna xwe daniye holê. Ji ber vê em qebûl nakin ku girtî û hikumxarên siyasî ji derveyî vê sererastkirina qanûnî bên hiştin.”