Oluç: AKP-MHP dixwazin bi êrîş û gefan di hilbijartinê de bi ser bikevin

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Oluç bal kişande ser destgîrkirin û girtinan, got dixwazin bi zext û gefan di hilbijartinan de bi ser bikevin û got: ''Gel teqez li bajarên Kurdan wê vîna xwe nîşan bide''.

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkilî rojevê axivî.

QIRKIRINA SIYASÎ

Olûç bal kişande ser operasyonên qirkirina siyasî û rhînkirina Wekîl Leyla Guen û domand: ''Dema operasyonê bi ser mala Wekîla me Leyla Guven de girtin, tê girtin ji dema ku girtî ye kes li wir namîne. Ji rêveberiya avahiyê mifteyê naxwazin ,derî dişkînin, malê li bin guhê hev dixin. Ew li girtîgehê ye, li gelê vê jî Tîmên Taybet vê dikin. Ev Tîmên Taybet bêyî ku derî jî bigirin ji wir derdikevin.''

Olûç bi berdewamî got bi operasyonên qirkirina siyasî dixwazin xebatên hilbijartina xwecih a HDP'ê asteng bikin.

Olûç bi domdarî bal kişande ser operasyona qirkirina siyasî û wiha pêde çû: ''Destgîrkirin û girtin rasterast bi wê mebestê ne ku dixwazin xebatên hilbijartinê yên HDP'ê asteng bikin. Ev hevalên me ew heval in ku tevlî xebatên ji bo hilbijartina xweci bûne, civîn hazir kirine.''

Olûç bi berdewamî bal kişande ser encamên hilbijartinê yên 24'ê Heziranê û got, koalîsyona AKP-MHP'ê dîtiye ku qeyûmên wan bikêrî tiştekî nehatine. Olûç gefa Erdogan a li ser şaredariyên Kurd jî ku gotibû; ‘em ê dîsa qeyûman bînin' bibîr xist û got: ''Lê hatiye dîtin ku li navçe û taxan gel guh nade van gefan. Gotine, 'naxwe em çi bikin, heta hilbijartinê em êrîşê bibin ser wan''. Ango dibêjin; 'Bila Kurd vîna xwe hilnebijêre, dengê xwe bi kar neyîne’.”

Olûç wiha domand: ''Gel teqez li bajarên Kurd wê vîna xwe nîşan bidin. Bixwazin kî wan rê ve bibin wê dengê xwe bidin wan. Ên ku duh bi cemeatê re ev operasyon kirin niha bi MHP'ê re hevkariyê dikin. Ên ku duh digotin;'me ji cemeatê bawer kir, em xapandin' sibe wê bibêjin, 'me ji MHP'ê bawer kir, em xapandin'. Ne pêkan e ku bikaribin HDP'ê rawestînin û asteng bikin, ev ne meşrû ye. Heke wê meşrûiyeta tiştekî were nîqaşkirin ev jî ew e ku helwesta desthilatê ne meşrû ye. ''

'YUSUF OK LI GEL KU RADESET BÛ, KUŞTIN'

Olûç got li Mûşê tîmên taybet ên jandarma li 5 kesan reşandin, ew kuştine û got: ''Dîmen pir balkêş in, karkerê înşeatê Yusuf Ok ji wesayitê daketiye, jandarma dibêje, 'teslîm bûye, nekujin' lê dîsa jî panzêr lê direşîne û Yusuf Ok dikuje. Li wir ên ku ew mirov kuştin gelo wê çi lêpirsîn li ser wan dest pê bike? Saziyên rayedar wê van li ser van dîmenan bisekinin ku welatiyekî ku çek di dest de tine hatiye kuştin? Em qet bawer nakin.''