Olûç: AKP ew ê negihêje encama ku dixwaze!

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got ku, “Heke li Kurdistanê hemû endamên HDP’ê werin girtin jî ew ê AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de tu carî negihêje encama ku dixwaze.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî a partiya xwe li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.

Olûç axaftina xwe bi cezadayîna parlamentere HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl dest pê kir û got “Saziyên darazê di bin kontrola destilatdariyê de cezayên siyasî li hevalên me dibire. Sermesele, Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê ye. Li gel ku destnedayîna wê heye jî lê girtina wê didome. Enîs Berberoglû tê berdan û Leyla Guven dîl tê girtin. Em vê helwestê şermezar dikin û em bang li Meclîsê dikin ku xwedî li erka xwe derkevin.”

‘DIVÊ DAYÎKA SÎSÊ SERBEST WERE BERDAN’

Olûç bal kişand ser rewşa girtina Sîsê Bîngol a 85 salî û got: “Armanca girtina Dayika Sîsê tolhildan e. Tekane armanca vî zilamî heye ew jî dixwaze tola xwe hilîne. Em daxwaz dikin ku dayika Sîsê demildest bê berdan.”

Olûç têkildarî xebatên hilbijartina herêmî jî axivî û got di mijara hilbijartinên herêmî de ew ê pêşniyarên xwe radestî Meclîsa Partiyê bikin. Olûç got wan ji 40 bajaran zêdetir û li nêzî 500 navçeyan xebatên xwe yên fîzîbîlîte temam kirin û ber bi dawiya plansaziya amadekariya xwe ya ji bo hilbijartina herêmî ve diçin. Olûç destnîşan kir ku pêla destgîrkirin û girtinan li dijî partiya wan didome û got: “Li aliyekî desthilatdarî dixwaze me asteng bike û li aliyê din jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi destgîrkirin û bi girtina hevalên me didomîne.”

‘AKP JI BILÎ ÊŞ Û ZILMÊ TIŞTEKÎ NADE GELÊ KURD’

Olûç li dijî AKP’ê rexneyên xwe dewam kir û got: “Hûn li bajarên kurdan hemû HDP’yan bigirin jî lê hûn ê di 31’ê Adarê de tu encamê bi dest nexin. Ev pir zelal e. Heke hûn ji xwe bawer in serkêşê we kî ne, Bînalî Yildirim, Suleyman Soylû, Berat Albayrak û kî dibe bila bibe kerem bikin li Wan, Colemêrg, Amed û Şirnexê bikin namzet. Kerem bikin werin bi me re bikevin pêşbaziyê. Ka em lê binêrin hûnê têk biçin an hûn ê bi ser bikevin. Em dizanin ku ew ê bi husranekê têk biçin. Çimkî AKP ji bilî êş û zilmê tu tiştekî nade gelê Kurd.”

Olûç bal kişand ser îddîayên “Bi AKP’ê re muzakereyan dikin” û wiha domand: “Yên ku dibêjin HDP bi AKP’ê re hevdîtina ango muzakereyên nepen bi rê ve dibe, bila ewilî derkeve di eynikê de li xwe binêrin.”

 Olûç bal kişand ser êrîşên Artêşa Tirk ên li dijî gundên bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Armanca êrîşên li dijî Kobanê ew e ku dixwazin DAIŞ bi ser bikeve. Derewan dikin, tu êrîş û gef ji aliyê Rojava ya li dijî Tirkiyeyê nîne. Gefan ji xwe re dikin hincet.”

‘HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN KURD RE DIDOMIN’

Olûç li ser pirsa rojnamegerek jî da zanîn ku li gel partiyên Kurdan û rêxistinên civakî yên sivîl hevdîtinên wan ên ji bo hilbijartinê didomin û got: “Di serdemek wiha dijwar de, hevdîtinên bi partiyên Kurdan re gelekî girîng e. Di vî warî de xebatên me didomin û di demek nêz de em ê geşedanên di vî warî de bi gelê xwe re par ve bikin.”