Oker: Li dijî dîktatoriyê divê em li dora HDP'ê bicivin

Serokê rûmetê yê AABK'ê Tûrgût Oker li Lyonê di panelekê de axivî û destnîşan kir ku li dijî dîktatoriyê divê her kes li dora HDP'ê li hev bicivin.

Panela li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Navenda Çanda Elewiyan a li Lyonê pêk hat û serokê rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker û parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer weke qiseker tevlî bûn. Oker li panelê axivî û got, "Pêwîstiya Elewiyên li Tirkiyeyê bi azadiyê heye. Cihê çareserkirina pirsgirêkan jî siyaset e. Ji ber vê yekê divê em destekê bidin HDP'ê. Dema ku HDP ji bendê derbas bû, rola AKP'ê bi dawî dibe."

DIVÊ EM BI NASNAMEYA XWE YA KURD, BI BAWERIYA XWE YA ELEWÎTIYÊ HESAB JI DÎKTATORIYÊ BIPIRSIN

Oker anî ziman, her Elewiyên xwedî wijdan divê li cem HDP'ê cih bigire û got, "YSK'ê namzetiya min veto kir. Em ne li pey meqaman e. Em dildarên HDP'ê ne. Li dijî dîktatoriyê divê em li dora HDP'ê li hev bicivin."

Ozdal Uçer jî bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û got, "Divê em bi nasnameya xwe ya Kurd, bi baweriya xwe ya Elewîtiyê hesab ji dîktatoriyê bipirsin."