Oker: HDP wê ji bo hesreta Elewiyan bibe bersiv

Namzetê HDP’ê Turgut Oker, di civîna li Moersê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku tenê HDP dikare ji bo hesreta Elewiyan bibe bersiv û got: “Wê HDP di ji nû ve avakirina Tirkiyeyê de cih bigire. Divê bi teqez her kes biçe ser sindoqan.”

Li navenda Elewiyan li bajarê Moers ê Elmanyayê, têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê civîna gel hate lidarxistin.

Di civînê de namzetê di rêza yekem a herêma 3 a Stenbolê Turgut Oker, Hevberdevkê KCDK-E û Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP Ewropa Yuksel Koç, Nûnerê CHP NRW’ê Îbrahîm Vûral û Nûnerê AABF’ê Fûat Ateş amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevberdevkê KCDK-E Koç li vir axivî û diyar kir ku dixwazin Erdogan rawestînin û got: “Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Her dengê neyê bikaranîn dikeve xizmeta bisazîkirina faşîzmê. Divê Elewî û Kurd li gel yek cih bigirin û ji bo HDP’ê biçin ser sindoqan.”

Namzetê HDP’ê Turgut Oker jî axivî û diyar kir ku HDP dikare hesret û daxwazên Elewiyan bi cih bîne û got: “24’ê Hezîranê qedera welat wê bide guhertin. HDP wê di ji nû ve avakirina Tirkiyeyê de cih bigire. Divê ji bo serkeftina HDP’ê her kes di nava xebatan de be.

Fuat Ateş jî bang li Elewiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Bi dehan dildarên HDP’yî û Kurdên xwedî kar tevlî civînê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê diyar kirin.