Oker: Elewî tenê dikarin xwe di nava HDP’ê de îfade bike

Li Hannoverê Namzetê Parlemeterê HDP’ê Tûrgût Oker bi gel re civiya. Di panelê de diyar kir ku bi teqez divê biçin ser sindoqan û bal kişand ku Ewlewî tenê dikarin xwe di nava HDP’ê de îfade bikin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li salona konferansê ya Mala Cemê ya girêdayî Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanya (AABF), Elewî û dostên wan, Namzetê Parlemeteriyê yê HDP’ê Tûrgût Oker û Koordînatorê HDP-Ewropa Yuksel Koç bi hev re civiyan.

Endamên komeleyê yên li Heîldesheîmê jî tevlî panelê bûn. Serokê Komeleya Hannover a Civaka Elewî Mûrtaî Yeşik,namzet dan naskirin û mafê axaftinê da Koç.

Koç, diyar kir ku kirine hedef ku Erdogan bidin rawestandin û diyar kir ku divê di hilbijartinê de bi teqez biçin ser sindoqan.

Koç anî ziman ku Erdogan li pey dizîna dengan e, ji bo vê divê biçin ser sindoqan û her kes dengê xwe bikar b îne.

‘DIVÊ EM BIBIN DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANA KURDAN’

Namzetê Parlemeteriyê ya HDP’ê Tûrgût Iker jî bal kişand ku tenê Elewî dikarin xwe di nava HDP’ê de bidin îfadekirin.

Oker diyar kir ku doza Kurdan û Elewiyan pîroz e û got: “Li gel berxwedan û têkoşîna Kurdan cih girtin ji bo min rûmet e.”