Oker: Divê Elewî xwe li HDP'ê bigirin

Li Bremenê li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê panelek hate lidarxistin. Qisekeran gotin, li dijî AKP-MHP'ê alternatîfa yekane HDP ye û ji hemû dengdêran bi taybetî ji Elewiyan xwestin ku xwe li HDP'ê bigirin.

Li bajarê Bremenê yê Elmanayyê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê panelek hate lidarxistin û namzetê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker û Hîndekara Zanîngeha Bremenê Fatma Karakaş Dogan weke qiseker tevlî bûn.

Panel li Navenda Çanda Elewiyan (AKM) pêk hat û tevî mirovên çep-sosyalîst, demokrat bi sedan kes tevlî bûn.

Serokê AKM'ê Mûstafa Kayişinkisa diyar kir ku dewleta Tirk ji hev dikeve, AKP welat xistiye nava tarîtiyê û got, "Bi HDP'ê re wê bingeha sîstemeke demokratîk bê danîn."

Ji panelîstan Fatma Karakaş Dogan jî li ser sîstema nû ya serokkomariyê agahî da û diyar kir, mînakek vê sîstemê li cihekî din ê dinyayê nîne û hemû erk di destê şexsekî de ye.

Dogan da xuyakirin ku li derveyî welat dengê AKP'ê zêde nîne, tenê ji ber ku dengdêrên xwe qanih dike ku biçin ser sindoqan, bi vî rengî xuya dike û got, "Em naçin ser sindoqan. Eger em di vê demê ve bi vê erk û berpirsyariya xwe ranebin, em ê hemû li pêşberî sîstemê mîna gêrîkan gelekî qels bimînin."

Namzetê HDP'ê Tûrgût Oker jî anî ziman ku çareseriyên şexsî pirsgirêkan naqedînin û got, ji bo mîna Sêwas, Çorûm, Mereş û Gazî komkujî rû nedin, divê Elewî bi berpiryarî rabin û li dora HDP'ê bicivin. Oker destnîşan kir ku Elewî tenê dikarin xwe li nava HDP'ê îfade bikin û işaret bi qirkirina siyasî kir. Oker got, "Xwegirtina li HDP'ê li felsefeya Elewiyan jî tê."