Oker: Bersiva herî xurt a li komkujiya Enqereyê, wê di sindoqê de bê dayîn
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, di axaftina xwe ya li panelek li bajarê Elmanya Nurnbergê de got, "Li hemberî me, kes, nasname û rêveberiyeke faşîst a ku li dijî me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, heye."
ANF
NURNBERG
duşem, 12 kewçêrê 2015, 07:06
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, di axaftina xwe ya li panelek li bajarê Elmanya Nurnbergê de got, "Li hemberî me, kes, nasname û rêveberiyeke faşîst a ku li dijî me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, heye."
Bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, Nûnerê Yekîtiya Elewiyan a Elmanyayê li Bayern (AABF) Mehmet Yildiz û Serokê Rêveberiya Herêma Bayern a AABF Ercan Kaya, li bajarê Elmanya Nurnbergê panelek li ser hilbijartinê hat lidarxistin.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û dûre Ercan Kara mafê axaftinê wergirt.
Kara anî ziman ku şaşîtiya dîrokî ya Elewiyan, Kurdan, Çerkez, Ermenî, şoreşger, demokrat û hemû hindikahiyan ew bû, ku yekîtî û hevgirtina xwe bi yekîtiyeke siyasî ya mîna HDP'ê re nemeşandibû.
Kara pirsa "Çima Tayyîp Erdogan bi ferzkirina her şêwe faşîzmê re dixwaza rêxistinbûyîna HDP'ê ji holê rake" kir û wiha dewam kir: "Ji ber ku dizane ev yekîtî û yekparetî wê dawî li wî bîne. Vê dibîne, yanî ji ber ku bidawîbûna xwe dibîne, dixwaze projeya HDP'ê biqedîne. Lê ev hewldanên wî bi kêr nayên. Ev proje, heta ku faşîzma Erdogan tine bibe wê dewam bike."
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker jî got, "Eger me karîbûna ji aliyê siyasî ve bi hev re tevbigerin û projeyek di vî warî beriya niha biafiranda, wê piştî Mereşê, Sêwas, Çorûm, Roboskî û ewqas komkujiyên zêde rû neda, wê Tayyîp Erdogan nikarîbûya fermana vê komkujiya li Enqereyê bida. Em, piştî ewçend êşên giran li hev kom bûne û bi hevgirtinê re me hewl dane êşên xwe sivik bikin. Gelo ev yek bes e? Li hemberî me, kes, nasname û rêveberiyeke faşîst a ku li dijî me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, heye.
Eger li hemberî hêzeke bi vî rengî, rêxistinbûyîneke qewîn, yekîtiyeke qewîn nebe, wê mîna komkujiya Enqereyê gelek komkujiyên din bi serê me de bên. Vegera li salên 90'î li aliyekî, nepêkane ku em ji salên 70'î girantir, rast neyên. Gelek ji me re dibêjin; divê Elewî siyasetê nekin. Dibêjin em malên cem in, ev bes e. Tayyîp jî vê dixwaze. Baş e, ew bi xwe çima siyasetê dike, ew faşîstên senteza Tirk Îslamê ne. Wê demê bila ew kesên senteza Tirk Îslamê jî siyasetê nemeşînin. Ji ber van sedeman divê em siyasetê bikin. Pêwîste Elewî teqez siyasetê bikin. Elewiyan ji ber ku siyaset nemeşandine, li Tirkiyeyê nebûne xwedî ti mafî. Em ê siyaseta Elewî, li navenda Meclîsê bi nasnameya xwe bimeşînin. Li hemberî feraseta ku li Meclîsê timî fitaran dide, em ê di 14'ê vê mehê de, fitara meha Mûharrem bi nasnameya xwe ya Elewî pêk bînin. Bila gelê Tirkiyeyê bibîne û bibihîze, ku çima em neçûne nava CHP'ê, lê me berê xwe dane HDP'ê.
Yekane partiya ku dikare faşîzma Tayyîp bisekinîne HDP ye. Ji ber vê yekê HDP partiya Elewiyan e. Partiya hemû hindikahiyan, pêşverû, demokrat, jin û ciwanan e."
Oker bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bînin û destnîşan kir, ku bersiva herî xurt a li komkujiya li Enqereyê, wê çûyîna ser sindoqan û dayîna dengan be.