
Nivîskar, aktîvîstê mafên mirovan Okay ragihand, ku hikûmeta AKP'ê li hemberî girtiyên nexweş polîtîkaya dîlgirtinê dimeşîne û destnîşan kir ku bi destpêkirina grevên birçîbûnê re şîdet û îşkence zêde bûne.
Nivîskar, aktîvîstê mafên mirovan Adîl Okay, bandora polîtîka şerê AKP'ê li girtîgehan û kampanya 'hînê hevaleke/î we yê nameyê nîne?' ji ajansa me re nirxand.
'MAFÊN DEMOKRATÎK HATIN SEKINANDIN'
Okay anî ziman ku hikûmeta AKP'ê mora nebaşiyê ya ji selefiyan wergirtiye, li sînga mazlûman dixe û got, "Her çend car carna 'başbûyîn' xuya bike jî, ev ne ji ber qenciya dewletê, ne ji ber paketên ahengiya bi Yekîtiya Ewropa re ye. Encama berxwedan û têkoşîna biryardar a li hundir û derve ye. Mafên bi dayîna berdêlan bi dest hatine xistin e. Lê belê li girtîgehê, berxwedana kolektîf a mirovan gelekî zehmet bûye. Bi tîpên F re tecrîdê destpê kir. Yanî 'cezayê hucreyê' yê ku berê weke 'cezayekî' di rêvebernameyê de hebû, niha herdemî bûye. Tevî vê yekê jî girtî li ber xwe didin. Lê belê pêwîstiya wan bi destek û piştgiriya derve heye. Hikûmeta AKP'ê piştî têkçûna xwe ya di 7'ê Hezîranê de dest bi şerekî topyekûn kir. Mafên demokratîk ên hatin qezençkirin, cemidand, sekinand. Li gorî qanûnên xwe tevnagere."
'REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÛYE MIJARA BAZARIYÊ'
Okay bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û anî ziman ku ev yek birîneke bi salane vekiriye û xwîn jê tê ye. Okay got, "Dewleta AKP'ê girtiyên nexweş weke 'dîlgirtiyan' radigire û bi helwesteke cihê şermê ye, wan dike 'mijara bazariyê'. Bê guman mehkûmên edlî jî dikevin bin bandora vê polîtîkayê. Weke ku tê zanîn, hejmar bê guhertin jî ji girtiyên edlî û siyasî 300 jê rewşa wan giran bi qasî 1000 girtiyên nexweş hene û li bend alîkariyê ne. Di nava 13 salan de 2300 mirovên me, tevî ku raporên xwe yên ji bo berdanê hebûn jî, li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek tirsnakiya rewşê radixe pêş çavan."
'POLÎTÎKAYA ŞER BANDORA XWE LI NAVA GIRTÎGEHAN JÎ KIR'
Okay ragihand ku polîtîkaya şer a AKP'ê bandora xwe li girtîgehan jî kiriye û got, "Bala xwe bidin ser nûçeyan; li Ordû, li Osmaniyeyê midûrên girtîgehan, pêkanînên ku duh newêrîbûn bikin, bi cih tînin. Dewletê cesaret da hemûyan. Ji wan re gotin, 'guh nedin qanûnan'. Midûr bi xwe gefên 'Em ê ya pêwîst nîşanî we bidin. Ji mirinan mirinê hilbijêre. Eger Tirkiye veguhere Sûriyeyê, yekane mirovên em wan bikujin, wê hûn bin' dixwin."
'BI DESPÊKIRINA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RE ZEXT ZÊDE BÛN'
Okay diyar kir ku bi destpêkirina grevên birçîbûnê re lêdan, lêgerîna bi tazî, gef û qedexeyên danûstandinê bi awayekî kêfî destpê kirine û bal kişand ser vê xalê: Heta duh lêdan nebû. Bi şer re destpê kir. Lêgerîna tazî kêm caran dihat kirin. Niha belav bûye. Qedexeya weşanê tinebû, kêm bû. Lê niha ji nû ve destpê kir. Li girtîgeha Kandirayê, pirtûkên qanûnî, weşan û kovarên rêxistinê li aliyekî, kovarên Leman, Ûykûsuz, Pengûen jî ji girtiyan re nayê dayîn."
'GIRTÎGEH CIHÊ BERXWEDANÊ YE, DIVÊ BI TENÊ NEYÊ HIŞTIN'
Li hemberî zext û zordariyê Okay bal kişand ser berxwedana li zîndana û got, "Sedema vê yekê bawerî ye. Girtiyên li ber xw didin ji bo xewn, xeyal û utopyayekê têdikoşiyan û dîl hatin girtin. Ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî. Ev bawerî destûrê nade ku vîna wan were şikandin. Û tevî hemû astengiyan jî dikarin biryarên hevparî werbigirin. Û bê guman girîng e ji derve destekê bibînin. Her çalakiyeke biçûk a li derve ji bo wan were kirin, her nameya bê nivîsandin ji bo moralên wan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê weke 'ekîba hatiye dîtin' me dest bi kampanya nivîsandina nameyan kir. Dirûşmeya me ev bû: 'Hînê hevaleke/î we yê nameyê nîne? Halbûkî ew ji bo we li girtîgehê ne. Gelo we ji bîr kirin? Gelek hunermendan destek dan kampanya me. Xwendevanan bi hestiyarî tevgeriyan û dest bi nivîsandinê kirin."
KAMPANYA NAMEYAN
Ji bo kampanyayê jî Okay got, "bikevin malpera; www.gorulmustur.org navnîşanê werbigirin û nameyê ji girtiyên di greva birçîbûnê û girtiyên din re name bişînin. Welê binivîsînin ku bila rêveberiya girtîgehê van mirovan bêxwedî nebîne. Bila girtî hêz-moralê ji derve bigirin. Bila hîs bikin ku ne bi tenê ne."