Okay: Ji bo Tirkiye veneguhere bihara bi xwîn a Ereban, em bibêjin 'NA'

Mamosteya wêjeyê ya teqawitbûyî Atiye Okay destnîşan kir, ji bo Tirkiye venguhere bihara bi xwîn a Ereban a welatên weke Misir, Iraq, Lîbya û Yemenê divê gel di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêje ‘NA’.

Mamosteya wêjeyê ya teqawitbûye Atiye Okay, referandûma 16’ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê û sedema dengê ‘NA’ yê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand. Okay diyar kir ku di sedsala 21’an de ew dixwazin bi hevre li welatekî demokratîk bijîn û wiha axivî: "Lê belê hinek hêz dixwazin me ber bi rejîma şexsî ya weke li Misir, Irak, Lîbya û Yemenê ve bibin. Em ê bi ti awayî vê rejîma şexsî qebûl nekin û divê hemû jin ji vê rejîmê re bibêjin ‘NA’.

‘DIXWAZIN SÛCÊ XWE VEŞÊRIN’

Okay anî ziman, wê di referandûmê de dengê ‘NA’ bide û got: “Ji bo em bibêjin ‘NA’ gelek sedem hene. Pêşeroja me û neviyên me girîng e. Li welatên ku weke bihara Ereban bi nav dikin, li dijî vê rejîma şexsî derketin. Li welatên weke Misir, Iraq, Lîbya û Yemen mînaka herî ber bi çav bû. Li van welatan bihara Ereban bi nav dikirin û ev bihara Ereban veguherî bihara bixwî. Em naxwazin Tirkiye jî veguhere van welatan. Li Tirkiyeyê gelek sucên li dijî mirovahiyê hatin kirin û dixwazin van sucan bi dengê gel rewa bikin. Divê bi taybet jin û tevahiya Tirkiyeyê li dijî vê pergalê derkeve.” 

‘LI PEY XEYALÊN ERDOGAN DIMEŞIN’

Okay ji welatiyên deng dane AKP’ê  jî xwest di referandûmê de bibêjin ‘NA’ û ev tişt got: “Divê tevahiya Tirkiyeyê hişê xwe bine serê xwe û li gorî wê 16’ê Nîsanê de deng bide. Divê hemû xwişk û birayên me yên deng dane AKP’ê jî baş bifikirin û dengê xwe ji bo ‘NA’ bi kar bînin. Ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û gelên herêmê divê hemû kes bibêje ‘NA’. Neyîniyek li Tirkiyeyê bandorê li Sûriyeyê û Iraqê jî dike. Mînak, ji ber ku Beşar Esat elewiye û gotin em ê li wir nimêj bikin, bi hezaran kes li Sûriyeyê hatin kuştin. Tirkiyeyê jî li pey serencaman digere û hîna jî destê wan di xwîna mirovan de heye. Hîna jî li pey stratejiya Erdogan û xeyalên wî dimeşin. Êdî bese, gunehe ji vî welatî re. Li aliyekê bi fermana Serokomar Erdogan hemû çalakî û daxuyanî tene astengkirin. Li aliyê din bê ku şermê jî xwe bikin dixwazin li Elmanya, Hollanda, Awûstûrya û Swêdê mîtîngan li dar bixin. Ev çi edalet, hiqûq û nêzîkatiyên mirovahiyê ne. We li welatê xwe jiyan kiriye girtîgeh û li welatên ji derve re jî dixwazin propagandaya xwe bikin.”

‘JI FAŞÎZMÊ RE BIBÊJIN ‘NA’

Okay bang li tevahiya jinên Dîlokê kir ku dengê ‘NA’ bidin û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi taybet li ser jinan gelek zext heye û hemû mafên wan yên jiyanê ji dest tên girtin. Ji beriya 10 rojan ez ji aliyê polîsan ve hatim binçavkirin. Bê ku ti sûcê min hebe ez hatim mexdurkirin, tenê jibo aştî û demokrasi bê Tirkiyeyê ez têdikoşim. 28 sal e ez xizmetê ji vî welatî re dikim û dixwazim di nava aştiyê de bijîm. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe û ji krîza aborî û siyasî re bibêje ‘NA’. Ji ber ku ‘Destûra Bingehîn’ a nû ku tifaqa AKP û MHP’ê daniye ber Tirkiyeyê, ji Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê bêhtir faşîst e û divê em ji vê faşîzmê re bibêjin ‘NA’.”