OHD li ber dîlgirtina Guven rabû
OHD'ê nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da û destnîşan kir ku ew bi gel û jinên Kurd re ne.
OHD'ê nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da û destnîşan kir ku ew bi gel û jinên Kurd re ne.
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî dîlgirtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di rûniştina dozê de mafê parastinê nedane parêzerên Leyla Guven û hate ragihandin ku biryar ne hiqûqî ye, lê belê amûrek ji bo cezakirina azadî û mafên bingehîn e.
'BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'
OHD'ê diyar kir ku KCD heta niha di mijara Kurd de sîwana lêgerînên çareseriya demokratîk û aştiyane ye wiha dewam kir, "KCD bû zemînek ku rayedarên dewletê û kesayet û saziyên civakî li ser vê mijarê axivîn, pêşniyarên çareseriyê kirin. Lê belê di halê hazir de bi destê dewletê hewl tê dayin ku ev sazî bê krîmînalîzekirin. Ji vê jî xerabtir, meqamên dadgeriyê tevlî vê hewldanê tên kirin. Lê belê tevî van zext û zordariyan jî KCD'ê karê xwe dewam kiriye.
Bi navê Hiqûqnasên Azadîxwaz em radigihînin ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî em ê her tim bi gel û jinên Kurd re bin, bi têkoşîna wan re bin."