OGÎ’yê rapora meha Cotmehê eşkere kir

Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Cotmehê eşkere kir.

Înîsyatîfa Rojnamgerên Azad (OGÎ) rapora binpêkirinên mafên rojnameger û zextan a meha Cotmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê parve kir. OGÎ bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 172 rojnameger di girtîgehê de ne.

Daxuyaniya OGÎ’yê wiha ye;

“Em wek Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) beriya ku rapora xwe ya Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Cotmehê parve bikin, Kuştina Cemal Kaşikçi yê Rojnameger ê di 2’yê Cotmehê de li Stenbolê di Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî de het kuştin şermezar dikin û careke din dixwazin ku kujer û hemû şirîkên kujeran bên ditin û li pêşberî dadgehê bên darizandin.

Em ji ber ku di doza Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadrî Bagdû de yê ku di 14’ê Cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê hat qetilkirin tu pêşketin pêk nehatiye, vê rewşê şermezar dikin. Ligel ku Servet Koç ê ku endamê DAIŞ’ê ye li xwe mikur hat jî doz nehatiye zelalkirin; em dibêjin ku ev helwest, helwesta astengkirina hişmendiya siyaseta desthilatdariyê ye.

Di roja 29’ê Cotmehê de kedkarê mezin û mirovê pîroz ê Çapemeniya Azad Rojnameger Mamoste Kadrî Kaya ji ber nexweşiya bê eman jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniyê. Em ji ber wefata Rojnameger Mamoste Kadrî Kaya ji Malbata Kaya re, kedkarên Çapameniya Azad û hemû dost û hezkarên Kaya re sersaxiyê dixwazin.

Berî her tiştî ligel kujerên Rojnameger Cemal Kaşikçî dihat zanîn jî ji ber nakokiyên neteweyî û pevçûnên li herêmê kirin kaos û şolî kirin. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got “Di destê me de belge hene. Lê em lez nakin. Ger ku wexta wê hat em ê aşkere bikin." Li şûna bi lez û bez ev mijar ronî kiribûna û lêpirsina îdarî û hiqûqî dabûna destpêkirin, lê hêj gelek pirs bê bersiv mane û der barê pêvajoya darizandinê de cemawerî nehatiye ronîkirin. Ev jî nîşan dide ku cînayet kirine bazara navneteweyî. Ev yek bêtir me dixe nava fikaran.

Helwesta li dijî rojnamegeran a li gor hesabên desthilatdariyê û dîsa birîna cezayan a li rojnamegeran wek êşa reş tê bikaranin. Êdî medya muxalefet nikare li Tirkiyê frekansa satelaytê bikire û weşanê di ser satelaytê bike. Ji ber zama bê hed û hesab a li ser kaxiz jî bû sedem ku her roj di medya nivîskî de jî rojnameyek bê girtin. Siyaseta cezayê ya li rojnamegeran tê birin jî di nav heman helwestê de zêdetir dibe. Hin rojnameger “cezayê kontrola edlî” li wan tên birîn û derfetê nivîsandinê ji destê wan tê derxistin. Hinekan bi cezayê pereyan çavtirsî dikin. Gelek rojnameger li ber deriye dadgehan tên bêzarkirin. Hevpîşeyên me yên girtî li ser ên derve wek zext û gefek tên bikaranîn. Li gel hemû zor û zehmetiyan hevpîşeyên me yên ku kar jî dikin bi serdegirtina mal û cihê wan ên xebatê gef li wan dixwin û dixwazin wan bitirsînin.

BÎLANÇO

Li gel van hemû nirxandinan rapora me ya Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Cotmehê wiha ye:

* 172 rojnameger girtî ne.

* 15 rojnameger hatin destgîrkirin.

* 1 rojnameger hat girtin.

* 1 rojnameger doz lê hat vekirin.

* 42 rojnameger hatin darizandin.

* 5 rojnameger bi 12 sal 6 meh û 27 rojan hatin cezakirin

* 1 rojnameger hat kuştin .

* 1 rojnameger hat sirgunkirin .

* 2 rojnameger hatin berdan.

* 6 rojnameger ji kar hatin derxistin.     

Em, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad dibêjin ku divê binpêkirina mafan yên li dijî rojnamegeran divê bê bidawîkirin, hemû dozên hatine vekirin bên betalkirin û rojnamegerên girtî demildest serbest bên berdan.”