Endama ODAV'ê Prz Şaîka Bayraktar diyar kir ku paketa ewlekariya hundir di nava civakê de tirsê pêk tîne û ji ber vê yekê divê bê betalkirin. Prz Ercan Kanar jî diyar kir ku paketa ewlekariyê hemû kesan mexdûr dike.
Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz (ODAV) têkildarî nameya ji bo betalkirina "Paketa ewlekariya hundir" ji Dadgeha Destûra Bingehîn re dişinin li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Berê jî partiyên siyasî û hiqûqnasan bi heman armancê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û vê carê jî ODAV'ê bi heman armanê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da.
Endamê ODAV'ê Prz. Ercan Kanar diyar kir ku encamên paketa ewlekariyê di 1'ê Gulanê de rû dan û wiha got: "Çend roj berê polîsan êrîş li koma dixwest ji bo aştiyê bimeşe kir. Em ev êrîş li gelek deren din jî ditin. Di astengiya meşa aştiye de polîsan got 'Ji serokkomar re tiştekî nebejîn' me ev yek jî dît." Kanar anî ziman ku "Paketa Ewlekariyê" ji mehan Nîsanê vir ve di rojeva Dadgeha Destûra Bingehîn de ye. Kanar anî ziman ku ji bo betalkirina paketê wê nameya îmzeya 317 parêzeran bişînin. Kanar bilev kir ku bi vê paketê hemû kes maxdûr e û wiha got: "Maxdûriyet tenê ne bi pêkanînên dewletê di heman demê de ji aliyê zangon ve çêdibe. Kesên li ser vê erdnîgariyê li dijîn hemû bi vê zagonê mexdûr dibin. Ewlehiya wan hemûyan di bin xetereyê de ye." Kanar da zanîn ku hemû madeyên di paketa ewlekariyê de li dijî hiqûqê ne û bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku paketa ewlekariyê betal bike kir.
Endamê ODAV'ê Prz Şaîka Bayraktar daxuyanî xwend û wiha got: "Bi vê zagonê mafên bingehîn û azadî tevahî ji holê rakirin. Ji 1'ê Gulanê heya niha hemû civîn û çalakî rastî êrîşên polîsan û astengiyên polîsan tên." Bayraktar bal kişand ser zagona li dijî mafên mirovan û wiha got: "Ji ber ku paket ewlehiyê na tirsê ava dike divê bê betalkirin. Wexte ev zagon hat amadekirin me guman û fikarên xwe anîbûn ziman. Ji ber vê jî em daxwaz dikin ku ev zagon bê betalkirin."
Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Salîna Dogan jî diyar kir ku hemû kes bi vê paketê bi tundiyê re rû bi rû ne û wiha got: "Gelek kesên zarokên xwe winda kirin û li ser cenazeyan dibêjin tên girtin. Tenê pêvajoya aştiyê na hiqûq jî ji holê rakirin."
Piştî daxuyaniyê endamên ODAV'ê name ji serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn re şandin.