OCHA: Li Sûriyeyê her malbat ji şer bandor bûne

OCHA: Li Sûriyeyê her malbat ji şer bandor bûne

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya NY (OHCA) da diyarkirin ku, li Sûriyeyê pevçûna di navbera hêzên rejima Baas û komên çekdar de ku du salin didomin li tevayî welat belavbûne û tu cihên ji şer bandor nebûyî nemane.

OCHA têkildarî Sûriyeyê raporek weşand û diyarkir ku, “Her malbatek ya li Sûriyeyê ji şer bandor bûye.” OCHA’ê aşkera kir ku, vê yekê perwerde qut kiriye, feqîrî, birçîtî, nebûna ava paqij, nexweşî derbikevin û alîkariyên tenduristî çênebin. Di raporê de hate aşkera kirin ku, “Gel hêviyên xwe yên dê şer bi dawî be winda kirine.”

Li gorî OCHA’yê di pevçûnan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye, ji 4 milyon zêdetir jî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Hate destnîşan kirin ku, di nava salekê de hêjmara penaberên 33 hezarî gihaye 1,1 milyonî û ev hêjmar her roj zêde dibe.

Tê diyarkirin ku, NY di van salên dawî de alîkariyek pir girîng daye Sûriyeyê û welatên cîran, di raporê de hate gotin, “Çi alîkariyên bi vî awayî cihê çareseriyên siyasî nagirin.”

Li gorî NY li Sûriyeyê ji Adara 2011’an ve nêzî 70 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, ji milyonekê zêdetir jî penaber bûn.