Ocalan qala Îmraliyê dike - XII

"Careke din dixwazim bêjim; divê Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê bike ku li gorî pîvanên wan tevbigere."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê 'Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve' pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa duwanzdehmîn parve dikin:

MIN HEWL DA KU RÊYÊN DIYALOGÊ GEŞ BIKIM

Şertên polîtîk û organên biryarê yên Tirkiyê zêde bûn, beriya ku DMME têkilî min bikeve nav pêvajoya biryardayinê,  ji bo Tirkiyê û arîşeyan û li ser xalên dijberên PMME'yê bi rêya dîyaloga dualî lêgerîna li çareseriyê wê tercîha min bûya. Ez bixwe, xwe ji bo çareseriyeke bi vî rengî xwedî îdîa û hazir dibînim. Bi ser de, ji 1993'an û vir ve, bi Serokkomar Ozal re ji bo pêvajoyeke wiha min biryardariya xwe danîbû holê. Piştre jî bi rêyên nerasterast hin nêzîktêdayinên diyalogê çêbûn.

Dewletê nîşan da ku bi temamî ew ji vê azîneyê re ne girtî ye. Lê hin geşedanên neyênî, hin hêzên ku çareseriyê naxwazin û heta dawiyê li ser tundiyê radiwestin,  gavên di vê hêlê de, bêkarîger kirin. Li gel vê jî, ji serê Îlona 1998'an û vir ve, bi destpêkirina agirbestek yek alî hewl hate dayin ku zemîna gavên wiha were hazirkirin. Dîsa, 9'ê Cotmeha 1998'an, piştî polîtîkaya zextê ya li ser pêvajoyê, sedema ku min ne çiya lê Ewropa tercîh kirî ew bû ku ez rêyên diyalogê geş bikim. Li Imraliyê pêvayê lêpirsînê bi heman atmosferê bû.

Li vir ji lêpirsîneke klasîk wêdetir, bi israr hate diyarkirin, bi rêyên diyalogê bersiva li probleman tekane rêya rast e. Piştre li ser vê bingehê, min nameyên berfireh hem ji saziyên rayedar ên dewletê û hem jî rayedarên PKK'ê re şandin. Têkilî darizandina li Imraliyê parastina ku min hazir kirî bêhtir peyameke aştî û lihevkirina demokratîk bû, ku li diyalogê digeriya. Ev parastina min ji bo ku rewş bikeve nav lêgerîna çareseriya bi aştî û demokrasiyê rê li ber bandorên girîng vekir. Ji bo DMME'yê jî hêvî dikim ku ev belge bi rengê parastina pêvek were dîtin.

DIBE KU DERFETÊN ÇARESERIYA DOSTANÎ ÇÊBIBIN

Ev parasrtina min a ku têkilî DMME'yê min hazir kirî, bi rengekî hê berfirehtir, bi wê armancê ye ku rêya ku diçe diyalogeke ku, pîvanên hiqûqa deokratîk ji bo xwe esas dibîne, ronî bike. Heke mirov lê hûr bibe wê were dîtin ku ji bo hemû aliyan, li gorî giyanê PMME'yê, di nav lêgerîneke aştiyê de ye. Ji bo vê jî ku pêşniyara çareseriya dostanê ya Dadeha Berz tê kirin, ez girîng dibînim ku bi berfirehî li parastina min binerin û li bendê me jî.

Li Tirkiyê jî, Meclîs (TBMM) xwe hazir dike ku di destûrê de hin guherînên girîng bike. Ev hazirî têkilî endamatiya namzetiya YE'yê pêşî armanc diek u li Krîterên Kopenhagê were. Heke guherîna destûrê bi rengekî berfireh ku ji PMME'yê re bibe bersiv, derfetên çareseriya dostanî çêdibin. Lê israra hin partiyên şowen û paşverû ya li ser cezayê mirinê, li dijî perwerdehiya Kurdî û azadiya ramanê alîgiriya wan a li ser domdariya qedexeyê dikare gavên wiha pûç bike. Lê dîsa jî dema ku derfetek derkete holê, nirxandina wê, peywireke ku dikeve ser milê aliyên berpirs.

YÊ KU DIVÊ GAV BAVÊJE DEWLET E

Li hêla din jî, PKK bi giştî li wêdetirî sînoran biryardariya wê ya li ser pergala parastina meşrû û hazirbûna wê ya ji vê re, ji bo diyalogê rewşê guncav dike. Êdî yên ku divê gav bavêjin, saziyên rayedar ên dewletê ne. Hêvî û pêşniyara me ew e ku dewlet bixwe jî, di vê rêyê de ku ji wê jî rûmetdar û sûdewar e teşwîq bike û gavan bavêje. Hemû şertên hundir û derve ku aliyan vedihewîne, hem hewce dike ku ev gav zû werin avêtin û hem jî dîrokî dike. Heke DMME jî, ji ber girîngiya mijarê, bi hewldaneke taybet, ku hêzê bide lêgerîna diyalogê ya bi armanca çareseriya dostanî û bangê li aliyan bike, ku bi ser bikeve jî wê bibe xwedî maneyeke dîrokî. Têkilî hemû aliyên ku Dadgeha Berz di vê mijarê de wê bikaribe bide û pêşniyar bike, ez nêzîktêdayin û hêviyên xwe dixwazim diyar bikim.

KONSEYA EWROPAYÊ DIVÊ HIN TEVDÎRAN BISTÎNE

Têkilî Konseya Ewropayê (KE)jî, ku hêza pêkanînê ya biryarên DMME'yê dixwazim hin raman û pêşniyarên xwe bi kurtî bibêjim. KE divê PMME'yê pêk bîne û bişopîne. Tirkiye ev nêzîkî 50 salî ye yek ji endamê damezirîner ê Konseyê ye. Azerbaycan û Ermenîstan ku tevlî konseyê bûne jî di destûrên xwe de guherînên hewce kirin, Tirkiye di vê mijarê de hê jî guherînên yasayî yên ku PMME hewce dike, nake, di vê mijarê de bi çarçoweya biryarên DMME'yê ku ku li ser hikûqa navxwe jî hikmê wê heye, guherînên destûrî û yasayî taloq dike.

Bêguman Konseyê di vê mijarê de gelek caran dengê xwe li Tirkiyê kiriye. Lê êdî ji dengêxwelêkirinê wêdetir, peywir li ber me hene ku em hin tevdîran bi cih bînin. Bicihneanîna van tevdîran ziyanê dide hiqûqa wê jî. Weke ku li bara endamekî xwe ji xwe dide. Ev rewş bandoreke neyênî li ser wê dike ku li Tirkiyê dewleta hiqûqê geş nebe. Nexasim bidawîbûna vê taloqkirinê ya têkilî pirsa Kurd û laîktiiyê, ji bo ziyan neyê ser baweriya bi hiqûqê, girîng e.

Tirkiye, hikmên qanûnan di serî de li ser cezayê mirinê, li ser kêmearan û azadiya ramanê qedexe dike, li gorî PMME'yê naguherîne. Doza min, di van mijaran de hatiye rewşeke bi pozîsyona kilîdê, bi ser de, tam weke amûreke îstîsmarê tê bikaranîn. Cezayê mirinê ya li ser min, ne tenê li hundir, mixabin li platformên YE'yê jî, jibo endamtiya li YE'yê mîna qozekê tê bikaranîn. Ev rewş jî tiştekî wiha ye ku ne tenê min, daxwazên rewa yên gelê Kurd in dixin mijara bazarê.

Lê saziyên YE'yê bi nirxên normatîf in. Ev nirx zimmî jî be mirov nikare nîqaşa wê bike û tawîzan jê bide. Divê bi taybetî diyar bikim, ez gelekî şaş û neheq dibînim ku heqê min û gelê Kurd ê meşrû û yasayî bi Tirkiyê re tim wer nîqaşkirin û bibe mijara bazarê. Ez ji bo xwe mînake peywirekê dibînim ku bang li Konseya Ewropayê bikim ku bang li endamê xwe Tirkiyê bike ku demildest li gorî normên wê biçe û bi lezgînî gavên hewce bavêje.

Heke Konseya Ewropayê têkiliyên xwe yên geş ên bi Tirkiyê re di mijara Kurdan de ji bo geşkirina diyaloga siyasî bi kar bîne, hem ji bo ku biryarên DMME'yê werin bicihanîn, hem jî ji bo ku Tirkiye ber bi dewleta demokratîk û hiqûqê ve bi pêş bikeve wê bibe xwedî roleke girîng.  Konseya Ewropayê agirbesta PKK'ê ya yekalî ya bi çarçoweya parastina rewa, dikare fersend bibîne, bi kêmanî bi qasî hewldana ku ji bo Kosova û Makedonyayê nîşan dayî, dikare ji bo lêgerîna me ya diyalogê ya bi Tirkiyê re bibe destek û ev pir girîng e.

PÊWÎSTIYA KURDAN Û TIRKIYEYÊ YA BI DESTEKÊ

Pêdiviya Kurdan û hemû Tirkiyê bi vê destekê heye. Ji ber encamên pêkan ên doza min, ez hewce dibînim ku vê daxwaza xwe diyar bikim, ez hêvî dikim ku Konseya Ewropayê jî bi hewldanên xwe yên binirx wê keda xwe lê zêde bike.

Herî dawî, parastina xwe ya ji bo ku DMME'yê min hazir kirî bi vî rengî temam dikim, ez bawer dikim ku li gel parastina min a Imraliyê, bi pûtepêdanî wê were nirxandin. Ez dixwazim agahiyên ku min li ser gelek bûyer û kesan dane, ku divê mirov li ser wan hûr bibe, bi rengê belge û şahihan werin nirxandin. Ez dîsa dubare dikim, ku hewce bike ez ji parastinên gotinî û nivîskî yê pêvek re hazir im. Bi vê parastina xwe re, ez hêvî dikim ku DMME hem ji bo gelê me, hem ji bo PKK'ê û hem ji bo min, hem ji bo mirovahiya pêşverû, Tirkiyê layiqî dîrokê, biryareke hê rastir û dadmend bide û hurmeta xwe nîşan didim.

Wê bidome...