Ocalan: Ji bo muzakereyan watedar lazime hukumet gavan baveje
Ocalan: Ji bo muzakereyan watedar lazime hukumet gavan baveje
Ocalan: Ji bo muzakereyan watedar lazime hukumet gavan baveje
Heyeta BDP'ê ku serê sibê çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegegeriya. Buldan, diyar kir ku heta niha tu gav nehatine avêtin û ji bo muzakereya watedar pêk bê divê hikûmet gavan bavêje û vê banga xwe dubare dike.
Heyata BDP'ê ku ji Serokwekîlên Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk dihat çûn Îrmaliyê û piştî ji Îmraliyê vegeriya daxuyanî dan Stêrk TV. Li ser navê Heyetê Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan tev lî Stêrk Tv bû û wiha got: "Me îro bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Demîrtaş ji heyetê hat derxistin. Ji ber wê li şûna Demîrtaş Îdrîs Baluken tev li heyetê bû. Me nêzî 2 saet û nîvan hevdîtin pêkanî. Silavên wî li gelê kurd hebûn. Cejna hemû gel pîroz kir. Der barê pêvajoyê de nirxandin kir. Got 4 sal di nava hewldanekê de ye. Di salek dawî de di nava hevdîtinê de ye.
Birêz Ocalan anî ziman ku van hewldan û xebatên wî civak rehet kiriye û destnîşan kir ku hêj pirsgirêkên wekî çiyê li pêş wî rawestiyane û divê yek bi yek bên çareserkirin. Xebata wî berdewam dike. Ji bo muzakereya bi wate û kur li benda bersîva hikûmetê ye. Xwest dem neyê windakirin û hikûmet bersîvê bide wî. Xwest êdî ev hevdîtin vegere muzakereyên bi wate. Birêz Ocalan da zanîn ku ne rest ne jî bersîv hatiye dayîn. Ji bo pev pêvajo heviyan neşkine daxwaza xwe ya çareseriyê dubare kir. Birêz Ocalan, li dijî çeteyên ku li Rojava pêş dikevin bang li kongreya Îslama Demokratîk kir. Ji bo li dijî çeteyên li Rojava pêk tê xwest kongre li Amedê pêk bê. Xwest xebatên Hz. Muhamed mînak bên girtin û li gorî Ruhê Şêx Saît xebat bên meşandin. Bi taybetî ji girtiyên Êlih, Şakranê silavên taybet şandin. Li Warê Xayrî Durmuş, Gurbet Eli Ersos û Mehmet Karasungur ku lê mezin bûn ji gelê Çewlikê re silavên xwe yên taybet şand."