Ocalan: Ezê fikrên xwe 15’ê Cotmehê aşkera bikim
Ocalan: Ezê fikrên xwe 15’ê Cotmehê aşkera bikim
Ocalan: Ezê fikrên xwe 15’ê Cotmehê aşkera bikim
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêkanî, da diyarkirin ku tu eleqeya me bi vê paketê re tune ye û wiha got: “Di vê merheleyê de tiştekî ez bikim tune ye. Ez dê 15’ê Cotmehê fikrên xwe aşkera bikim.”
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka Şêxmus Poyraz Felek Cizlamaz, kurê wî Mazlûm Poyraz û neviyê wî yê 2,5 salî Harûn Poyraz, serwêrisa Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, bi boneya xizmên xwe re hevdîtinê li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê pêk bînin, serê sibê çûn Îmraliyê.
Malbatên ku serê sibê hatin navçeya Gemlikê piştî li Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê di kontrola cendirmeyan re derbaz bûn. Ji ber ku destûr nehat dayîn ku Harûn Poyroz bişînin Îmralî xwişka Poyraz Felek Cizlamaz jî neçû Îmraliyê. Mehmet Ocalan, Mazlûm Poyraz û Pervîn Odûncû çûn Îmraliyê û piştî hevdîtin pêk anîn vegeriyan Gemlîkê.
Li ser navê malbatan Mehmet Ocalan daxuyanî da û wiha got: "Min berê jî got yê pêvajoyê dimeşîne BDP ye. Birayê min Ocalan, gotibû 'Tu eleqeya me û pakêtê bi hev tune ye. Ev pakêt ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatiye amadekirin. Di van şert û mercan de tiştekî ez bikim tune ye. Ez dê fikr û ramanê xwe di 15'ê Cotmehê de parve bikim' Tiştê ku bi me re parve kir ev bû."