‘Ocalan dixwaze hiyerarşiya li ser civakê rabike’

Konferansa "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" ku di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi nirxandina beşdaran dewam dike.

Rûniştina duyemîn a bi sernavê "Rêyên Alternatîf û ji nû ve avakirin" ji aliyê rojnamevan-niîskar Debbîe Bookchîn ve tê birêvebirin. Di nava qisekeran de Ozlem Ekînbaş, Haskar Kirmizigul, Reîmar Heîder û Hanim Engîzek hene.

Rojnamevan-nivîskar Debbîe Bookchîn diyar kir ku dixwazin hiyerarşiya li ser civakê ji holê rabikin û got: "Divê em bi civakê re bijîn. Di nava sîstema helandinê ya civakê de hê bêhtir jin tên perçiqandin. Dema ku civak bi rengekî hevgirtî hate nirxandin, wê hingî karibe bi awayekî azad bijî. Ocalan li ser van daxwazan dest bi têkoşînê kir û modelek ava kir."

Bookchîn destnîşan kir, Rojava di qada navneteweyî de gihîştiye nuqteyekê û got: "Çapemeniya navneteweyî zêde cih nade binpêkirina li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Divê ev yek bê qebûlkirin ku li dijî gelê Kurd şîdeteke bê eman hate kirin. Dixwazin PKK’ê weke rêxistineke terorê bidin nîşandan. Tevgera Kurd Konfederalîzma Demokratîk datîne pêşiya civakê. Bavê min ji bo vê ramanê têkoşiya, lê nedît. Niha ew raman li Rojava şîn dibe. Îdeolojiya wê û pêkanîna wê karê me ye.”

 ‘CIVAKEK BÊ DÎROK NABE’

Ozlem Ekînbaş jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dîrok ji aliyê gerdûnî ve niraxndiye û got, "Dîroka niha dibêje, dîroka niha bi xwe ye. Civakek bê dîrok nabe. Civakeke mekanê wê diyar nebe, rastiya wê jî nabe."

‘DIVÊ RUHÊ JINEOLOJIYÊ BÊ NÎŞANDAN’

Haskar Kirmizigul li ser mijara “Ruhê Şaristaniya Demokratîk” axivî û got, jineolojî ruhê modernîteya demokratîk e. Kirmizigul di dewama aaftina xwe de got, "Ocalan li ser sentezên ku modernîteyê rexne dike dest bi têkoşînê kir û alternatîf afirand. Tevî lêpirsînê, hêvî da me. Di nava modernîteya demokratîk de ruhê jineolojiyê heye."

'DIVÊ HER KES HIŞYAR BE'

Hanim Engîzek jî ku yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ye got, "Niha li girtîgehan bi sedan girtî di greva mirinê de ne. Rewşa gelekan krîtîk e. Ev girtî hem ji bo yên li derve û hem jî ji ber şert û mercên li ser Ocalan ketine greva mirinê. Divê her kes li hember vê hişyar be. Em jî 33 kes, li Strasboûrgê ketine greva birçîbûnê Ez li ser navê hevalên xwe we silav dikim."

Engîzek destnîşan kir ku alternatîfa netewe-dewletê modela neteweya demokratîk e û wiha got: "Garantiya vê jî xweparastin e. Ev di tevahiya dîrokê de jî wisa bû. Hemû zindiyan parastina xwe hebû. Ev çi di xwezayê de û çi di nava mirovan de wisa bû."

‘KAPTITALÎZIM KRÎZAN DERDIXE’

Reîmar Heîder destnîşan kir, ku Ocalan nîjadperestiyê weke nexweşiya sed sala 20’an bi nav dike û got: "Bi ya min ev rast e. Hûn dizanin şerê Cihanê yê 1. û 2. de çawa derket. Bi taybet di demê krîzan de derketiye."

Heîmar, çareserî jî di perspektîfên neteweya demokratk de dît.