Ocalan banga ‘garantiya zagonî’ û ‘binesaziyê’ kir

Ocalan banga ‘garantiya zagonî’ û ‘binesaziyê’ kir

Di hevdîtina heyeta BDP’ê ya îro li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li ser pêvajoyê hişyariya “li ser pira siratê ye” kir û da diyarkirin ku, ji bo pêvajo pêşbikeve pêwîste hikumet “garantiya zagonî û binesaziyê” çêbike.

Wekîlên Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Idrîs Baluken, her wiha Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Pêvajoya Çareseriyê û Muzakereyan Berpirsyar  yê HDP’ê Sirri Sureya Onder îro çûn girava Îmralî û piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanîn vegeriyan.

Heyeta BDP’ê ku di demjimêr 10:30’an de ber bi Girava Îmralî ve çûn, piştî hevdîtina 12’mîn bi Ocalan re pêkanîn ji giravê vegeriyan.

Sirri Sureya Onder ku di heyetê de cihê xwe digirt anî ziman ku Ocalan gotiye “Pêvajo bigihaye merheleyekî cidî. Li gel ku pêvajo berdewam dike, li ser pira siratê re derbaz dibe. Li rexmî hemû neyîniyan jî, ger yek zîndiyek jî bimîne, em bibiryarin ku vîna aştiyê bidin berdewam kirin.”

Onder li gorî demjimêra Ewropayê di 17:00’an de beşdarî bultena nûçeyên Stêrk TV bû û têkildarî hevdîtinê daxuyanî da.

Onder têkildarî tenduristiya Ocalan got, “Tenduristiya wî di cihê xwe de ye. Weke herdemê zinde û me ew bi moral dît.”

Onder anî ziman ku, hevdîtinê nêzî 3,5 demjimêran domkir û wiha axivî: “Destpêkê da diyarkirin ku, pêwîste mudaxeleya li hemberî vê heyetê bidawî bibe, bi vî awayî sererastkirin tiştek biqîmete.”

Onder da diyarkirin ku, “Destpêkê ji me xwest ku sipasiya wî ên bêdawî pêşkêşî hemû kesên baweriya wan bi aştiyê tê û di vê oxirê de seferberbûyîn û tevkarî nîşandayîn pêşkêş bikin.” Onder got, “Pêvajoya aştiyê gihaye merheleyekî cidî, li gel ku pêvajo didome, li ser pira siratê ye.”

Onder ragihand ku, Ocalan got tiştên ku heya niha pêşketine û fedekariyên hatine kirin yek alî pêşketine û ji bo çareserî pêşde biçe bilezgîn pêwîstî bi demokratîkbûyînê heye. Onder da zanîn ku, Ocalan bitaybet daye diyarkirin ku, pêwîstî bi “garantiya zagonî û binesaziyê” heye. Onder destnîşan kir ku Ocalan gotiye “Ji bo bêbandorkirina hercure komployên li dijî pêvajoyê çêdibin, tenê rêya lezgîn demokratîkbûyîne. Lingên vana yên herî girîng jî û kêmahiyên pêvajoyê yên herî bingehîn jî garantiya zagonî û binesaziye, pêwîste demek kurt ev pêngav bêne avêtin.”

Onder nirxandina “Ocalan li ser garantiya zagonî û binesaziyê rawestiya” dubare kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Pêvajoya Çareseriyê û Muzakereyan Berpirsyar yê HDP’ê Sirri Sureya Onder got, Ocalan ji bo tevkariya pêvajoyê bang li hemû hêzên demokratîk kir û wiha axivî, “Got hûn dê sipasî û heskirinên min destpêkê girtiyên nexweş, hemû girtiyan û gelê me re bêjin.”

Onder bilêv kir ku, Ocalan memnûntiya xwe ya hevdîtin li gel nûnerên du partiyên siyasî pêkaniye û da diyarkirin ku, dixwaze hevdîtina li gel endamên çapemeniyê, mirovên aqilmend, partiyên din yên siyasî ên li Meclisê re pêkbîne berfireh bike.

Onder ragihand ku, Ocalan gotiye ev rewş dê “di pêvjaoya aştî û çareseriyê de rolek erênê bilîze” û da diyarkirin ku, “Pêwîste ev pêvajo bi sedemên weke hilbijartin û sedemên din neyê têkbirin.”