Ocalan 15 sal e di tecrîdê de ye
Ocalan 15 sal e di tecrîdê de ye
Ocalan 15 sal e di tecrîdê de ye
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek li paytexta Oslo ya Norveçê tevlî panelekê bû û şert û mercên Girava Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin vegot. Çîçek diyar kir ku Ocalan 15 sal e di tecrîdê de ye û ev 3 sal e destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek li Osloyê tevlî panele ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve pêk hatiye bû û der barê şert û mercên ku Ocalan têde ye de agahdarî kir. Çîçek got ku Ocalan ev 15 sal e di tecrîdeke giran de dijî û wiha got: “Li cîhanê di bin tecrîdeke ku nayê tarîfkirinê de dijî. Tevî vê pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîk de dimeşîne. Ev nêzîkatiya Ocalan a aştî û demokrasiyê nîşan dide. Ocalan ev sê sale bi parêzerên xwe re hevdîtinê nake û ev nêzîkatiya dewleta Tirk derveyê bêhiqûqê ye.”