Ocak û Karakoç bi girseyî hatin bîranîn

Ocak û Karakoç bi girseyî hatin bîranîn

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di sala 1995'an de di binçavan de hatin kuştin li ser gorên xwe ji aliyên xizm û sedan welatiyan ve hatin bîranîn.

Komîteya Piştevaniya Kesên di Binçavan de Hatin Windakirin a Navneteweyî (ÎCAD), di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Hemberî Windayên Binçavan Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di sala 1995'an di binçavan de hatin kuştin û cenazeyên wan li goristanên bêkesan hatin dîtin û pişt re li Goristana Gaziyê hatin definkirin, bîrxistin. Ji bo bîranînê bi sedan welatî li ber Cemxaneya Gazî hatin cem hev û postên Ocak û Karakoç vekirin û ber bi Goristana Gaziyê ve meşiyan. Malbatên windayan, BDP, ESP, ÇHD, Platfroma Bellekê ya Civakî û sedan kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên şoreşgerên weke Mazlum Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "Hasan Ocak dijî ji fermandar re hezar silav" û "Qatil dewlet dê hesabê bide" hatin berkirin.

Piştî meşê ewil gora Hasan Ocak hate ziyaretkirin. Piştî rêzgirtinê dayîka Ocakan Emîne Ocak li ser gora kurê xwe lorik lorandin. Pişt re birayê Ocak Alî Ocak axaftinekî kin kir. Ocak, diyar kir ku bi destê dewletê gelek komkujî hatin kirin û wiha got: "Em duh li Roboskiyê bûn îro li vir hesabê dipirsin. Berpirsiyarên komkujiyan tenê hikûmetên borîn nin in. Hikûmeta îro jî berpirsiyarê komkujiyan e. Cemîl Çîçek, Muammer Guler jî di hikûmeta îro de cih digirin. Divê ew jî bên lêpirsînkirin. 20 salin em hesabê dipirsîn em dê hêj jî bipirsin." Endama Platfrojma Bellekê ya Civakî Canan Kaftancioglu jî wiha got: "Heta kiryarên cînayetên kiryar nediyar tên dîtin em dê têkoşînê bidomînin. Li ser erdnîgariya Tirkiyeyê dewletê komkujî li dar xistin. Ji me re dibêjin nebêjin 'qatil dewlet e' Li ser vê axê dewlet aqil nîn e her tim qatil e." Rêvebera Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Beycan Taşkiran jî wiha got: "Heta cîhanekî bi hev re di nava biratiyê de jiyan pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike."

Pişt re girseyê gora Ridvan Karakoç ziyaret kir û rêzgirtin pêk anî. Di bîranînê de sloganên "Şehîd namirin", "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" hatin berzkirin. Birayê Karakoç Hasan Karakoç axaftinek kin kir û wiha got: "18 sal berê jî weke îro em li gel rêhevalên canên xwe ji bo azadiya gelan didin bûn. Em îro li ser gorên wan in. Bi ser têkoşîna wan de hezar sal derbas jî bibin em dest jê bernadin. Di salên 1990'an de li Kurdistanê komkujî pêk hatin. Ji ber van polîtîkayên qirêj bi hezaran ciwanên kurd di bîrên asîtê û kalorîferan de hatin qetilkirin."

Bîranîn bi sloganan bi dawî bû.