NYT: Astengiya herî mezin a li pêşiya çalakiya li dijî DAIŞ'ê Erdogan e!
NYT: Astengiya herî mezin a li pêşiya çalakiya li dijî DAIŞ'ê Erdogan e!
NYT: Astengiya herî mezin a li pêşiya çalakiya li dijî DAIŞ'ê Erdogan e!
Rojnameya New York Times (NYT) a li DYA tê weşandin destnîşan kir ku li pêşiya pêkhatina plana têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yek ji astengiyên herî mezin helwesta Enqere û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e.
NYT di nûçeya xwe de diyar kir ku li çareseriya pirsgirêka dîlgirtiyan Tirkiyeyê li hemberî DAIŞ'ê gavên şênber neavêtiye û vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekiriye. Rojnameyê da xuyakirin ku plana Obama ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi zehmetiyên kronîkre rû bi rû ye û diyar kir ku li gorî rayedarekî payebilind ê Amerîkî yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya vê planê helwesta Enqereyê ye.
Rojnameye di nûçeya xwe de da zanîn ku rayedarên rêveberiya Obama yên ji 'hincetên Tirkiyeyê' aciz in û destnîşan kir ku bi rotasyon û êrîşên hewayî yên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA re, li bakurê Sûriyeyê ji xwe di pratîkê de 'herêmeke ji firînê qedexe' hatiye afirandin.
Hat ragihandin ku ev daxwaza Erdogan 'ji dil nîne' û cih ji van gotinên rayedarê payebilind ê navê wî/ê nehat aşkerakirin hat dayîn: "Li hemberî helwesta Tirkiyeyê ku bi biryardarî xwe ji pêşîgirtina li komkujiya kîlometreyekê nêzî sînorê xwe vedigire, hêrseke mezin heye. Tirkiye ya ku di mijara karesata însanî ya li Sûriyeyê de dengê xwe bilind dikir, niha li pêşberî karesateke din ji bo nekeve nava çalakiyê, bahaneyan ji xwe re peyda dike. Dema li ser sînorê wê dojeh derkeve holê nabe ku hevalbendekî NATO bi vî rengî tevbigere."