NY: Li Xûrmatûyê Yekîneyên Tirkmen malên Kurdan talan kirin
Netewên Yekbûyî ragihand ku malên Kurdan yên li navçeya Xûrmatû ya girêdayî Parêzgeha Selahaddin a Iraqê, ji aliyê ‘Yekîneyên Tirkmenan’ ve hatine talankirin.
Netewên Yekbûyî ragihand ku malên Kurdan yên li navçeya Xûrmatû ya girêdayî Parêzgeha Selahaddin a Iraqê, ji aliyê ‘Yekîneyên Tirkmenan’ ve hatine talankirin.
Di daxuyaniya Netewên Yekbûyî de hate gotin ku ji ber bûyerên li herêmê diqewimîn bi hezaran Kurd neçar mane Xûrmatûyê biterikînin.
Netewên Yekbûyî (NY) têkildarî bûyerên şewitandin û talankarina malên Kurdan yên li Xûrmatûyê ku di meha Cotmehê de ji aliyê hêzên Iraqê, Heşdî Şabî û hinek komên Tirkmenan ve hatibû kontrolkirin daxûyaniyek da.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya NY Lîz Throssell diyarkir ku di navbera 7-14’ê Kanûnê de li Xûrmatûyê lêkolîn kirine.
‘YEKÎNEYÊN TIRKMEN MAL, CIHÊ KAR ÊN KURDAN TALAN KIRINE’
Berpirsên NY têkildarî talan û şewitandina malên Kurdan got ku bi 150 malbatên ku ji Xûrmatûyê derketine, li Hewlêr û Kerkûkê bicih bûne re civiyane û wiha tê gotin; “Di 16-17’ê Cotmehê de ji aliyê yekîneyên Tirkmenan û sivîlên Tirkmen ve gelek malên Kurdan hatin şewitandin û talankirin. Ji ber bûyerên ku li Xûrmatûyê bi hezran mirov neçar mane ji Xûrmatûyê derbikevin. Ev mirovên ku derketine jî li bajarên din ên herêma Kurdistanê bi cih bûne. Hejmarekî zêde mirovên ku neçar mabûn cihê xwe biterikînin hê jî ne zivîrine ser axa xwe.”
‘DIVÊ BERPIRSYAR BÊNE DÎTIN’
Di daxuyaniyê de tê gotin ku Xûrmatû dibin kontrola Hikûmeta Iraq û hêzên Heşdî Şabî de ye û wiha didome; “Bajêr cihê ku Kurd, Tirkmen û Ereb lê dijîne. Li herêmê dema ku mirov temaşeyî netew û mezheban bike li vê herêmê zêdebûna şidetê metirsî mezin ava dike. Hikûmeta Iraqê ji parastin û binpêkirinên mafan yên li Xûrmatûyê berpirsyare. Ji ber vê sedemê jî divê berpirsên Hikûmetê kesên ku bûne sedama van bûyeran derxîne holê û em bang dikin ku radestî edaletê bikin.”
KOMÊN TIRKMÊN ÊN GIRÊDAYÎ MÎT’Ê
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk hinek komên Tirkmen ên li Kerkûk û derdora wê perwerde dikirin, bi êrîşên li dijî mal û cihên kar ên Kurdan beriya niha jî ketibû rojevê.