NY: Li Tirkiyeyê kesên ku hikumetê rexne dikin, terorîst tên îlankirin

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniya xwe bang li Tirkiyeyê kir ku bila êrîşên xwe yên li ser mûxalefet û parêzvanên mafên mirovan kêm bike.

Raportorê taybet ê civîn û rêxistinkirinê yê Neteweyên Yekbûyî Annalîsa Cîampî, raportorê taybet ê mafê mirovan Mîchel Forst, raportorê taybet ê girtina ji kêfî Jose Antonîo Gûevera Bermûdez, raportorê taybet ê fikr û azadiya ramanî Davîd Kaya bi daxuyaniyeke hevpar bang li Tirkiyeyê kirin ku bila êrîşên xwe yên li ser mûxalefetê kêm bike.

Raportoran girtina parêzvanên mafên mirovan ên li Stenbolê, girtina parêzvanên Buroya Hiqûqê ya Gel, girtina karsaz û çalakvanê mafê mirovan Osman Kavala bi bîr xist û diyar kir ku êrîşên li ser navê têkoşîna li dijî terorê ya li dijî mûxalefetê nayê qebûlkirin.

Raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî bang kirin ku divê kesên mûxalîf serbest werin berdan û gotin, “Kesên rexneyan li hikumetê digirin, bi terorîstiyê tên tawanbarkirin û ev kes ji bo mafên xwe yên demokratîk daketine qadan û ji ber fikrên xwe tên darizandin. Divê ev kes serbest werin berdan.”