NY: Li ser Rohîngyayiyan qirkirin tê kirin

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Myanmarê li ser Rohîngyayiyan qirkirina etnîkî tê kirin.

Li ser navê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Andrew Gilmour daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li Myanmarê li ser Rohîngyayiyan qirkirina etnîkî tê kirin.”

Ji ber operasyona artêşa Myanmarê ji Tebaxa sala borî û vir ve nêzî 700 hezar misilmanên Rohîngyayê ji neçarî warên xwe terikandin. Her hefte bi sedan kes ji bo ku bigihêjin Bangladeşê sînoran derbas dikin.

Artêşa Myanmarê êrîşên serhildêrên Rohîngyayê ya di Tebaxa 2017’an de dike hincet. Myanmar a ku li jêr bandora nijadperestiya Bûdistiyê de ye, bi çavê ‘biyaniyan’ li Rohîngyayiyan dinihêre û wan wekî tehdît dibîne.

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Rohîngyayî yên ku sînor derbas dikin rastî cinayet, tecawuz, êşkence û birçîbûnê tên.