NY ji bo avhewayê hişyarî kir: Siberoja dîstopîk va ye li vir e!
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê û got “Siberoja dîstopîk va ye li vir e.”
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê û got “Siberoja dîstopîk va ye li vir e.”
Volker Turk di destpêkirina rûniştina 54’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û got “Guherîna avhewayê bi milyonan kesan ber bi birçîbûnê ve dibe. Di demên dawîn de li temamê dinyayê hişyariyên lezgîn tê kirin. Hewceyî nîşanên din nake. Siberoja dîstopîk jixwe va ye li vir e. Niha divê em dest bi xebatên xwe bikin. Pirsa sereke ev e: Çi me dide sekinandin?”
Ligel hêviyên gelek çavdêran G-20 derbarê sotemeniya fosîlê tu bang nekiribû û ji ber vê ev hişyarî hate kirin.
Volker Turk diyar kir di meha Hezîranê de li nêzî Yewnanistanê keştiyekê qeza kiribû û 600 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn û got “Îsal li Behra Spî nêzî 2300 kes wekî mirî yan jî winda hatin îlankirin. Li hemberî vê xemsariyê ez mat mam. Li Behra Menşê, Tengava Bengalê û Karayîp di serî de li gelek dera dinyayê penaber û koçberan jiyana xwe ji dest dane.”