NY: Girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a NY Ravîne Shamdasanî diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û got, ev li dijî peymanên navneteweyî ye.
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a NY Ravîne Shamdasanî diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û got, ev li dijî peymanên navneteweyî ye.
Li ser binçavkirin û girtina Hevserokên HDP'ê, ofîsa Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Berdevk Shamdasanî operasyona li dijî parlamenterên HDP'ê weke 'nabe were qebûlkirin' bi nav kir û got, "Binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê û Hevserokên wê, ne ya qebûlkirinê ye. Pitşî hewldana darbeyê, rayedarên Tirk dan xuyakirin ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hin xalên peymana navneteweyî hatine rawestandin. Ev nayê qebûlkirin û em ji vê yekê bi fikar in."