NY'ê ji bo Ebrû Tîmtîk got: Hikumetê ya pêwîst nekir!

Pisporên Neteweyên Yekbûyî têkildarî Ebrû Tîmtîk daxuyanî dan, ku Tîmtîk di roja 238'an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Pisporan bal kişandin ser berpirsyariya hikumetê û bang li rayedarên Tirk kir ku hesabê bidin.

Têkildarî parêzer Ebrû Tîmtîk ku di roja 248'an a greva birçîbûnê ya bi daxwaza darizandina wekhev de jiyana xwe ji dest dabû, gelek pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dikarîbû pêşî li mirina Tîmtîk bihata girtin û hate gotin, "Ji bo mafê darizandina wekhev divê kes nemire, kes nemiribûya." Di daxuyaniya pisporan de hate gotin, "Darizandina wekhev mafekî bingehîn ê mirovî ye. Ji ber şert û mercên ku bûn sedema mirina vê jin a parêzera mafên mirovan a wêrek, em di nava şoqê de ne."

'HIKUMETÊ YA PÊWÎST NEKIR'

Pisporan bi bîr xist ku Ebrû Tîmtîk di roja 238'an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da û got, "Demeke kurt piştî girtina parêzeran bi navê pisporên mafên mirovan ên NY'ê me ji hikumeta Tirk xwest ku sparteya qanûnî ya girtina wan û sûcdariyên ku pê tên darizandin eşkere bike.

Me bal kişand ser destgîrkirina neqanûnî, darizandina neheq û nehiqûqî û astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûnê. Di sala 2017'an de me ji hikumeta Tirk xwest ku girtin û mehkûmiyetên hatine kirin li gorî berpirsyariyên wan ên hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye yan na. Têkildarî mijarê rayedarên hikumetê pêwendî bi me re danîn, lê belê ji bo pêşîgirtina li mirina Ebrû Tîmtîk hikumetê gelek tiştên kêm kir, em li ber vê dikevin."

'EM BANG LI HIKUMETÊ DIKIN KU HESAB BIDE'

Pisporan bang li hikumeta Tirk kirin ku têkildarî mirina parêzvana mafên mirovan Ebrû Tîmtîk lêpirsîneke bi bandor bimeşîne û gotin, "Em bang li rayedaran dikin ku pêvajoyeke hesabdayinê bidin destpêkirin."

'DOZA PARÊZERAN DIVÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li hikumetê dikin ku dozên têkildarî parêzvanên mafên mirovan ji nû ve bide destpêkirin û pîvana darizandina wekhev pêk bîne. Her wiha ji bo berdana mirovên bi rengekî nehiqûqî hatine girtin divê hikumeta Tirk tavilê bikeve nava liv û tevgerê."