NY: Divê hesabê mîrateya dîroka nijadperest bê dayin

Komîsera Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet têkildarî banga malbata George Floyd a ji bo alîkariya bi mirovên reş ên li DYE'yê axivî û xwest, tundiya nijadperestî ya bi sedan sal in didome bê tazmînkirin.

George Floyd di 25'ê Gulanê de li bajarê Mînneapolîsê yê DYE'yê ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin. Xwişka wî Phîlonîse Floyd bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna awarte ya li navenda Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bû. Phîlonîse Floyd diyar kir, piştî neheqiya ku reşikên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) lê rast hatin, niha jî nijadperestî li wan tê kirin û alîkarî ji civaka navneteweyî xwest.

Floyd bal kişand ser lêgerîna li edaletê û got, "Em edaletê dixwazin û hêza we heye ku alîkariyê bidin me."

Floyd ji Komîsera Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet xwest ku ji bo lêkolînkirina bûyerên kuştina reşikan ji aliyê polîsan ve, komîsyoneke lêkolînê ya serbixwe ava bike.

BACHELET: NIJADPERESTIYA BI RÊK Û PÊK SEMBOLÎZE DIKE

Mîchelle Bachelet jî li civînê axivî û tevî ku navê DYE'yê yekser bilêvnekir jî nijadperestiya bi rêk û pêk û pratîka cihêkariyê ya polîsan bi tundî rexne kir. Bachelet destnîşan kir ku kuştina George Floyd 'çalakiyeke hovane ye' ku nijadperestiya bi rêk û pêk sembolîze dike û diyar kir ku di mijara naskirina mêtingerî, bazirganiya koleyan û hesabdayina vê mîrateyê de kêmasî heye.

Mîchelle Bachelet bang kir ku hesabê cihêkarî û tundiya bi sedan salan bê dayin û ev yek bi lêborînên fermî, bi lêkolînkirina rastiyan û rêbazên cuda yên tazmînatê dikare bê kirin.