NY: Dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser înfazên ku ji aliyê komên ser bi dewleta Tirk ve hatin kirin û hişyar kir ku Tirkiye dibe ku ji van înfazan berpirsyar bê dîtin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê hiqûqa navneteweyî anî bîra Tirkiyeyê ku operasyona dagirkeriyê dimeşîne.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gorî hiqûqa navneteweyî dibe ku Tirkiye ji înfazên ku ji aliyê komên ser bi Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê hatine kirin berpirsyar bê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî her wiha kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke mînak nîşan da û diyar kir, ku ew der barê înfazên komî agahiyan kom dikin.