Nûriye Gulmen nehate berdan

Heyeta dadgehê di rûniştina doza ku Nûriye Gulmen jê dihate darezandin de, biryara domandina girtina Gulmen da.

4’emîn doza rûniştina ku perwerdekar Semîh Ozakça ê di hebsa malê de û akademîsyen Nûriye Gulmen a girtî ku di greva birçîbûnê ya roja 245’an de ne li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate destpêkirin. Heyeta dadgehê ya ku piştî navberê biryara xwe diyar kir, daxwaza berdana bi kontrola edlî ya Semîh Ozakça yê di hebsa malê de hate redkirin û domandina girtina Nûriye Gulmen a li Nexweşxaneya Nûmûne tê ragirtin hate dayîn.

Doz taloqî 27’ê Mijdarê hate kirin.