Nûnerên komên siyasî yên di Desteya Giştî ya PE ya bi mijara “Rewşa li Tirkiyeyê” de axivîn, bal kişand ku Erdogan û Tirkiye berê xwe dane rejîmeke dîkta û banga, “vegerin aştiyê” kirin.
Serokê Demê yê Konseya Yekîtiya Ewropayê Nîcolas Schmît ê di nîqaşên “Rewşa li Tirkiyeyê” yên li Parlamentoya Ewropayê de axivî bang li Tirkiyeyê kir ku vegere maseya aştiyê. Schmît anî ziman ku agirbest jî aciliyetek e. Piştî axaftina Schmît nûnerên komên siyasî jî nêrînên xwe diyar kirin.
Cîgirê Serokê Koma Sosyalîst û Demokrat a PE Vîctor Boştînaru got: “Erdogan û desthilatdariya Tirk bi kiryarên xwe ber bi rejîmeke dîkta ve diçin. Êrîşên ‘Terorîstan’ wek hincet tên nîşandan û li hember HDP, Kurdan sivîlan êrîş hene.”
‘NE ŞER VEGERIN MASEYA AŞTIYÊ’
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Koma Keskan Bodîl Valero jî ev xisûs diyar kir: “Em dixwazin rayedarên Tirk û PKK ne şer vegerin maseya aştiyê. Divê YE piştgiriyeke cidî bide vê pêvajoyê. Bi vî awayî wê di pirsgirêka Kurd de çareserî hêsantir bibe.”
‘BÊDENGIYA ME NEKIRIN’
Cîgirê Serokê Koma Keskan a PE Ska Keller, destnîşan kir ku Tirkiye bi pêkanînên xwe mixabin hê jî ji bo bikeve Yekîtiya Ewropayê ne amade ye. Keller diyar kir ku pêwîst e YE, li Tirkiyeyê mafê mirovan zêdetir biparêze.
Keller mijara ji bo zêdetir penaber neyên, hevpeymana zimnî ya YE ya bi Erdogan re rexne kir û berteka, “Di vê mijarê de bêdengiya me nekirin. Bi vê mafên mirovan vala dernexin” da.
Serokê Komîsyona Siyasî ya PE Elmor Brok ê li PE wek stûnê desthilatiya Merkel jî tê nîşandan got: “Em dikarin pêkanînên li hember Kurdan, lewre jî Tirkiyeyê rexne bikin, lê ji ber penaberan pêwîstiyên me bi wan heye” û bi vê aşkere kir ku bê ka polîtîkaya real çawa dimeşînin.
Serokê ECR ya Koma Rastgirên PE’yê Hancok jî got ku dema mirov li zextên bênavber ên li ser Kurdan, rojnamevanan û pirsgirêka Qibrisê dinêre, Tirkiye girêkeke pirsgirêkan e.
CENAZEYÊN KURDAN LI KOLANAN KAŞ DIKIN
Li ser navê Koma Demokratên Lîberal, Cîgirê Serokê PE Alexander Lambsdorff bal kişand ser pêkanînên dewleta Tirk û got: “Di çapemeniyê de dîmenên ku tê de cenazeyên Kurdan li kolanan kaş dikin hene.”
Lambsdorff destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin, li hember Kurdan, muxalîfan êrîş hene û wiha axivî: “Tirkiye krîterên YE’yê bi cih nayîne. Ger wiha berdewam bike nikare bibe endamekî YE’yê.”
Li ser van rexne û hişyariyan, Serokê Pêvajoyê ya Desteya YE Nîcolas Schmît mafê axaftinê girt û got ku wê van rexne û pêşniyaran di têkîliyên bi muxataban re li ber çavan bigirin.