Nûnerên KJB, BDP û Yekitiya Star çûn serdana namzetên jin ên PÇDK’ê

Nûnerên KJB, BDP û Yekitiya Star çûn serdana namzetên jin ên PÇDK’ê

Heyetek ji endamên rêveberên rêxistinên jinan bi armanca piştgirîdayina hilbijartinên PÇDK’ê çûn serdana avahiya PÇDK’ê ya Hewlêrê û bi namzetên jin re hevdîtin pêkanîn. Di heyetê de, endama Koordînasyona KJB’ê Ronahî Serhat, endama Rêveberiya Yeketiya-Starê Fewza El Yusif û parlementera BDP’ê Mûlkiye Bîrtane cih digirtin.

Bi armanca piştgirîdayîna xebatên hilbijartinê yên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) û bi taybet ji bo dilsoziya xwe ji bo namzetên jin ên PÇDK’ê aşkera bikin, îro heyete ji endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB), endama desteya rêveber a Yekitiya Star Fewza El Yusif û parlementera Qersê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Mûlkiye Bîrtane pêk dihat di demjimêr 09:00’ê de çûn serdana namzetên jin yên PÇDK’ê. Namzetên jin ên lîsteya 113 ya PÇDK’ê seroka lîsteyê Necîbe Omer Ehmed namzetên jin yên PÇDK’ê Kelsûm Husên Ebdûlkerîm, Tara Husên Mihemed, Perwîn Hesen Mistefa, Destan Marûf Resûl, Zeyneb Şikûr Hemîd, Trîfe Îbrahîm Hesen, Pexşan Omer Husên, Sinor Kerîm Mihemed û Şehla Mihemed Ehmed beşdarî hevdîtinê bûn. 

Endama Koordînasyona KJB’ê Ronahî Serhat di hevdîtinê de da zanîn ku ew wek Koma Jinên Bilind ji ketina PÇDK’ê ya hilbijartinên Parlementa Herêma Kurdistanê pir keyfxweşin. Serhat di berdewama axaftina xwe de balkêşand ser rola jinê li Herêma Kurdistanê û diyar kir ku di hemû qadên civakî de mafê jinê tê binpêkirin û jin nikare cihê xwe di nûnertiyê de bigre û wiha axivî; “Ji bo vê jî di kotaya zayendî ya namzetên PÇDK’ê de pêngavên erênî hene û jimara hevalên jin di astek jor de ye. Em bi hêvîne ku PÇDK bi taybet namzetên jin di aliyê azadiya jinê û xwedî derketina li mafên jinê li Herêma Kurdistanê de têkoşînek baş bide nîşandan.”

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Star Fewza El Yusif û parlementera Qersê ya BDP’ê Mulkiye Bîrtane jî piştgirî û dilsoziya xwe ji bo namzetên jin û lîsteya 113 ya PÇDK’ê nîşan da û hêviyên xwe yên serketinê ji bo tevayî namzetên hilbijartinê yên PÇDK’ê anî ziman. 

Piştre li ser navê heyeta namzetên jin ên PÇDK’ê û seroka lîsteya 113 ya PÇDK’ê û namzeta bajarê Silêmaniyê Necîbe Omer axivî. Omer di axaftina xwe de wiha got; “Em bi serdana we gelek keyfxweş û serbilindin. We bi salan di têkoşîna azadiya Kurdistan û bi taybet di tekoşîna azadiya jina Kurd de cih girtiye. Eger heta niha jina Kurd dikare bêje ez jibo azadiya xwe têdikoşim û azadiya xwe dixwazim bi saya we têkoşerên azadiyê ye. Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê rola tevgera jin di pêş de ye û nimûneya wê jî hevala me ya amade Mulkiye Bîrtaneye. Hevalên me dikarin di gelek aliyan de tecrubeyan ji heval Mûlkiye bigrin.”

Piştî axaftina Necîbe Omer, hemû namzetan nêrînên xwe anîn ziman û hevdîtin bi dawî bû.