Nûnerê PYD’ê bi Lavrov re hevdîtin pêk anî

Nûnerê PYD’ê yê li Fransayê Xalid Îsa û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li paytexta Awûstûrya Viyanayê civiyan.

Nûnerê PYD’ê yê li Fransayê Xalid Îsa û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li paytexta Awûstûrya Viyanayê civiyan. Li gor agahiyên Xalîd Îsa parve kirin, li ser projeya çareseriya siberoja Sûriyeyê û hevdîtinên Cinêwê hatin nîqaşkirin.

Îsa got ji bo qirîza Sûriyeyê li ser esaê siyasî û aştîxwaz bê çareserkirin divê PYD’e jî tevlî hevdîtinên Cinêwê bibin.

Di hevdîtinan de her wiha li ser têkîliyên çeteyên DAIŞ’ê yên bi Tirkiyeyê re hate rawestandin, her wiha têkîldarî qutkirina qenalên Cerablûs û Ezaz, bi taybet jî qutkirina qenalên ji ser Tirkiyeyê hatin guftigokirin.

Li gor agahiyên Xalît Îsa, Sergey Lavrov cihgirtina PYD’ê ya hevdîtinên Cinêwê de pir girîng dibîne.

Herî dawî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov ji bo Fermandarê Rûs Alexander Brochrenko gîhandiye Rûsyayê spasiyên xwe ji YPG’ê re pêşkêş kir.