Nûnerê NY: Civaka navneteweyî nikare ji Kobanê re temaşevan bimîne

Nûnerê NY: Civaka navneteweyî nikare ji Kobanê re temaşevan bimîne

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura, diyar kir ku Kobanê bi derfetên kêm li hember DAIŞ xwe diparêze û xwest civaka navneteweyî tavilê bikeve nav tevgerê.

Mîstura di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir  ku Kobanê 3 hefte ne di dorpêça çeteyên DAIŞ de ye û 400 hezar Kurdên li wir “bi cesareteke mezin xwe diparêzin.”  Mîstura Got, "Kobanê tê ber merheleya ku êdî nikare xwe biparêze. Ew ku bi çekên normal xwe diparêzin. DAIŞ bi tank û topan êrîş dike. Pêwîst civaka navnetewyî Kobanê biparêze. Civaka navneteweyî nikare bibe temaşevanê ku bajarekî din bikeve destê DAIŞ.”

Mîstura ev bang kir, "Eger DAIŞ Kobanê bi dest bixe em ê û tevahî dinya poşmaniyeke mezin bijîn. Pêwîst e, em demldest bikevin nav tevgerê.”