Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Balafirên şer ên dewleta Tirk li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li derdora baregeheke partiya PDK'ê ya Barzanî barandin.
Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên destpêka meha Tîrmehê li herêma Kato Jîrka di şerê giran de şehîd bûn eşkere kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek da û got, "Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e."
Li Îsfahanê çalakiyên protestoyê yên ji ber buhabûn, qutkirina av û elektrîkê geştir dibin.
Leşker û çeteyên Tirk ên dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê êşkence li 9 sivîlan kirin û ew revandin. Agahî ji sivîlên hatin revandin nayê girtin.