Dolar zêde dike, Lîreyê Tirk jî kêm dike
Buhayê Dolarekî ji 5 TL'î derbas kir. Euro jî bû 5.90 TL.
Buhayê Dolarekî ji 5 TL'î derbas kir. Euro jî bû 5.90 TL.
Aboriya Tirk ku li ber hilweşînê ye, bi zêdebûna buhayê Dolar û Euro re careke din hejiya.
Piştî ku DYA'yê ji ber bernedana rahîb Andrew Brûnson pêkanîn li ser Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ferz kir, buhayê Dolar dîsa zêde bû.
Buhayê Dolar ku doh 5 TL bû, îro rekoreke din şikand û bû 5.07 TL. Euro jî bû 5.90 TL. Borsayê jî 2 ji sedî kêm kir û bi vî rengî dest bi rojê kir.