Nûçeya ‘Erdogan rakirin nexweşxaneyê’ hat derewandin
Nûçeya ‘Erdogan rakirin nexweşxaneyê’ hat derewandin
Nûçeya ‘Erdogan rakirin nexweşxaneyê’ hat derewandin
Navenda Çapemeniya Serokwezîrtiyê, îdiayên ku Recep Tayyîp Erdogan rakirine nexweşxaneyê derewand.
Ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Serokwîrtiyê daxuyaniyek nivîskî da û der barê nûçeyên di rojnameyan de ya der barê tenduristiya Erdogan de got ev nûçe bi qestî hatine çêkirin û wiha hate gotin: “Ev îdiayên bi vî rengî ji aliyê hinek rojnameyan ve ji ber xwe ve hatine çêkirin û bi qestî hatiye çêkirin. Tu rastiya wan nîne.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku serokwezîrê me dema ji nimêja cejnê derketiye wekê ku wî jî ji rojnamegeran re îfade kiriye, di çarçoveya bernameya cejna Remezanê de mesayiya xwe ya taybet hêj li derveyê Stenbolê didomîne. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Birêz Serokwezîrê me ji bo pêngava sêyemîn a veguhestina bajariyê bavêje dawiya hefteyê li Bursayê ji bo tevli bernameya ku dihat organîzekirin bibe, plan dike ku dest bi mesaîya mutat bike.
Di nûçeya îro ya rojnameya Yurt de hati îdia kirin ku Erdogan di derketina nimêja cejnê de nerehet bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.