Nûçegîhanên ETHA’yê nehatin berdan

Di rûniştina doza nûçegîhanên ETHA’yê û parêzerên EHB’ê de 3 kes hatin berdan û 3 kesên ên ku dihatin darizandin jî nehatin berdan.

Nûçegîhanên ETHA’yê Îsmînaz Temel, Havva Cûştan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan jî têde 23 kes ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 27’emîn a Stenbolê hate dîtin.

Parêzer Alî Haydar Dogan ê ku ew jî dihat darizandin di rûniştinê de got: “Ez li Taxa Gaziyê dijîm û gelekî normal e ku ez wêneyên bûyerên li wê derê bigirim. Lê niha wêneyên min tên sûcdarkirin.”

Rojnameger Îsmînaz Temel jî got: “Ji sala 2006’an û vir ve ez rojnamegeriyê dikim. Ez rojnamegereke sosyalîst im lê niha ev sûc tên hesibandin.”

Heyeta dadgehê Hunkar Hudayî Yûrtsever, Îlhan Aslan û Mazlûm Demîrtaş berda û 3 kesên din ên ku dihatin darizandin jî nehatin berdan. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 14’ê Sibata 2019’an kir.