Nûçegihanê MA’yê Guneş hate destgîrkirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Berzan Guneş li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş ji bo nûçeyê bişopîne çû Şirnexê û di benda kontrolê ya polîsan de hate destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku Guneş di çarçoveya lêpirsinê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Îdirê hatiye destgîrkirin. Hate ragihandin ku Guneş birin Adliyeya Şirnexê û wê ji aliyê dozger ve îfadeya wî were girtin.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de Tirkiye ji bo rojnamevanan di cîhanê de bûye girtîgeha herî mezin. Li gorî daxuyaniya Platforma Piştevaniya Rojnamavanên girtî ya  Gulanê eşkere kirî, li girtîgehên Tirkiyeyê 223 rojnamevan girtî ne.