Nûçegihan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê, li hemberî ESP, SGDF, EHB û ETHA'yê operasyon hate kirin û gelek kes hatin binçavkirin.

Li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) operasyon hate kirin. Operasyonê nîvê şevê dest pê kir û heta danê sibehê dewam kir. Di encamê de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Edîtora ETHA'yê Îsmînaz Temel û nûçegihana ETHA'yê Havva Cûştan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsên tîmên taybet ên avêtin ser mala Havva Cûştan, nivîsa "gurh atin" li dîwarê mala wê nivîsandin.