Rojnamevan Aykol hate destgîrkirin - HATE NÛKIRIN

Rojnamevan û rêveberê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol ber nîvrokî dema ku li mala xwe bû hate destgîrkirin.

Hevrêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Ozgur Gundemê, ku hatibû girtin, Huseyîn Aykol ber nîvrokî li mala xwe ya li Enqerê ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. Aykol ku bi îdîaya ''propgandaya rêxistinê'' kiriye 3 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Aykol birin Edliyeya Rojava a Sîncanê. Tê payin piştî ku li vir biryar di rûyê Aykol de xwendin, wî bibin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Sîncanê.

Li ser Aykol 63 doz hene, hê hin doz li dadgehên îstînafê didomin.

Huseyîn Aykol ev 45 sal in weşangerî û nûçegihaniyê dike.