'Nûbar azadî û fedakarî ye'

"Eger hûn ji min bipirsin bê Nûbar çi ye, ez ê bêjim; azadî û fedakarî. Nûbar ti carî xwe ji cihekî nedît, li ku derê gelekî ji bo azadiyê têdikoşiya, dixwest li wir be. Pêwîstiya her gelekî bi Nûbar heye..."

Jiyanek ji sêwîxaneyeke Ermenî ber bi şerê azadiyê yê gelan ve: Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan). Ozanyan ê bi eslê xwe Ermenî, ku yek ji fermandarên TKP/ML-TÎKKO bû, roja 14'ê Tebaxê li Rojava şehîd bû. 40 salên dawî yên emrê xwe yê 61 salî, diyarî têkoşîna azadiyê ya gelan kir. Di navbera salên 1988-1990'î de li Fîlîstînê, navbera salên 1991-1994'an de li Qerebaxê, piştre li Başûrê Kurdistanê û herî dawî li Rojava ji bo azadiyê şer kir.

Rojek piştî ragihandina şehadeta Nûbar Ozanyan, min bihîst ku ji bo Ozanyan li Erîvanê sersaxî hatiye danîn. Dema min hewl da hîn bibim bê ev merasîma sersaxiyê ji aliyê kê ve hatiye lidarxistin, pê hesiyam ku malbata wî li Erîvanê dijî.

Fermandar Nûbar heta niha bi jiyana xwe ya leşkerî dihate naskirin. Me jî xwest hevsera wî Nazik Tûlakyan û kurê wî Hacîk Margaryan qala wî bikin.

Nazîk Tûlakyan û Haçîk Margaryan li xaleke biçûk a ji dema Sowyetan mayî, em pêşwazî kir. Di destpêkê de em birin odeya fermandar Nûbar ku salên dûr û dirêj ji bo kar bi kar dianî. Ode bi dehan pirtûkên li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê û tevgerên şoreşger ên cîhanê tijî ye. Li vê odeyê qala fermandar Nûbar kirin.

'EGER HÛN JI MIN BIPIRSIN BÊ NÛBAR ÇI YE, EZ Ê BÊJIM AZADÎ YE'

Bi gotina, "Eger hûn ji min bipirsin bê Nûbar çi ye, ez ê bêjim azadî û fedakarî ye" hevsera wî Nazîk Tûlakyan dest bi axaftinê dike: "Sala 1994'an, yanî piştî şerê Qerebaxê dema ku li Erîvanê li xaniyekî kirêkirî digeriya, min Nûbar nas kir. Ji ber ku mirovekî gelekî baş bû, min ev xanî bi kirê da wî. Piştî 4-5 mehan em nêzî hev bûn. Piştre bêyî fermî bikin, em bi hev re zewicîn. Û ji wê rojê ve tevî kurê min ê 8 salî Haçîk em li wê malê bi hev re jiyan."

'GELEKÎ HEZ JI XWENDINÊ DIKIR'

Tûlakyan anî ziman, ku li ser jiyana Nûbar a beriya Erîvanê zêde agahiya wî nîne û got, "Ji bo me neêşîne û tiştek bi serê me ve neyê, qet qala jiyana xwe ya berê nedikir. Min jî zêde jê nepirsî. Di nava malbatê de ti carî li ser jiyana siyasî nediaxivî. Wî qalê nedikir jî, lê min zanîbû ku pêşerojeke wî ya siyasî heye. Ji ber ku, ji sekna wî ya li nava jiyanê mirov ev fêhm dikir. Hez ji sporê dikir. Rojê 3 defa spor dikir. Tevî ku Ermenî bû, baş bi Ermenkî nizanîbû. Piştî ku li Erîvanê jiya, hînî zimanê Ermenî bû û dest bi tercûmaniyê kir. Di heman demê de pirtûk ji Ermenî werdigerand Tirkî. Gelekî pirtûk û rojname dixwend. Bi taybetî dema li malê bû timî dixwend. Dema xwe qet vala derbas nedikir. Tişta ku jê hez nedikir, kişandina wêneyan bû. Ji ber vê yekê ti wêneyekî me bi hev re nîne."

'JI GELÊN JI BO AZADIYA XWE ŞER DIKIRIN, HEZ DIKIR'

Tûlakyan got, "Ji gel û neteweyên ji bo azadiya xwe şer dikin gelekî hez dikir. Hewl dida başiyê li her kesî bike. Mirovên li derdora wî gelekî jê hez dikir û hurmet nîşanî wî didan" û wiha dewam kir: "Herî dawî 3 meh berê min ew dît, yanî beriya çûyîna wî ya dawî. Min bihîstibû, ku di dema dawî de ji bilî Qerebaxê êdî li Fîlîstîn, Iraq, Dersîm û Rojava şer dike. Du hefte berî şehîd bikeve bi telefonê geriya. Herî dawî wê çaxê em bi hev re axivîn. Li halê min pirsî, min jî li yê wî. herî dawî got, 'Kêm ma ye, ez ê bêm. Lê welê nebû. 24 salan em bi hev re jiyan. Ji bo demeke kurt gelek caran çû, lê bi giranî il vir bû. Heta çûyîna wî ya dawî."

'DI TEVAHIYA JIYANA XWE DE JI BO BAŞÎ Û BEDEWIYÊ ŞER KIR'

Talûkyan got, "Eger mirov hê bi kûrahî li ser bifikirin, dikarim bêjim ku zehmet e mirovên weke Nûbar li cîhanê werin dîtin. Bêyî ku zerarê bide kesî, jiya. Yekane daxwaza wî ew bû ku her kes li cîhaneke azad û wekhev bijîn. Ew her tim bi gelên bindest re bû. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo başî û bedewiyê şer kir. Her tim li cem gelên bindest bû. Dema li vir bû, gelekî li ber miroven ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane diket û li ser wan digiriya. Gora wî li vir bûya, ez ê biçûma dîtina wî. Lê derfetên me nîne ku bînin vê derê. Lê tişt nabe, em zanin ku ew niha li nava bi hezaran mirovên jê hez dikin e. Yekane tişta ku li ber dikevim ew e, ku wî  cîhana bedew a ku xeyalê Nûbar bû nedît. Ew ê her tim di dilê min de be."

'JI BO HER GELEKÎ NÛBAREK DIVÊ'

Haçîk Margaryan jî bi van gotinan qala bavê xwe kir: "Ne bavê min ê heq e, lê Nûbar yanî bavê min, ji bavê min ê bi heq bêhtir hêja ye. Min ew her tim weke bav dît. Bavê min ê bi heq, di zarokatiyê de em terikan. Ji 8 saliya xwe û pê ve timî pê re jiyam. Mirovekî gelekî baş û gelekî nêzî mirovan bû. Me gelekî hez ji hev dikir.

Gelekî xêrxwaz bû. Bi min re li ser siyasetê nedaxivî. Lê timî qala cîhana ku xeyalê wî ye dikir. Li vê cîhanê, mirovekî mîna bavê min zehmet e bê dîtin. Ji bo her gelî Nûbarek pêwîst e. Wî cîhaneke xweş dixwest, lê mirovan hê ew fêhm nekirine. Dixwest her kes bi rengekî wekhev û azad bijî. Li ber her şêwe faşîzmê radibû. ji jiyaneke kolektîf hez dikir, parve dikir. Dema li malê bû hez dikir xwarinê çêbike û me bi hev re dem derbas dikir. Nûbar ne tenê bavê min e, di, heman demê de mamosteyê min e. Di her gav û kêliyê de wî ji bo xwe mînak dibînim. Zehmet e mirov qala bavê min bikin. Şoreşa gelên bindest ji bo wî gelekî girîng bû."