Nordhausen êrîşa li ser Efrînê şîrove kir: DAÎŞ dikare bêhnê vede
Pisporê Rojhilata Navîn nûçegihanê Tirkiyeyê yê rojnameya Frankfurter Rundschau Farnk Nordhausen nivîsand bê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê alîkariyeke çawa dide çeteyên DAÎŞ'ê.
Pisporê Rojhilata Navîn nûçegihanê Tirkiyeyê yê rojnameya Frankfurter Rundschau Farnk Nordhausen nivîsand bê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê alîkariyeke çawa dide çeteyên DAÎŞ'ê.
Nordhausen diyar kir ku bi zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re ji hêzên QSD'ê yên li rojhilatê çemê Firatê herî kêm 1700 şervan çûn Efrînê û got, "Dewleta Îslam (DAÎŞ) dikare li Sûriyeyê bêhnê vede, ji ber ku bi rengekî neyekser alîkariyê ji Tirkiyeyê digire."
Nordhausen bi bîr xist ku Wezareta Parastinê ya DYA roja Duşemê bi rengekî fermî eşkere kir ku operasyonên bejahî yên li Dêra Zorê 'ketine navberê' û diyar kir ku rola DYA ya di vê yekê de ne zelal e.
WEKE 'BLITZKRIEG' DEST PÊ KIR, LÊ GIRAN DIMEŞE
Frank Nordhausen nivîsand ku Tirkiyeyê êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê bi rengê 'Blitzkrieg' (Şerê birûskê) da destpêkirin, lê gelekî giran bi rê ve diçe. Nordhausen bi bîr xist ku Erdogan dawiya hefteyê îlan kir ku wê şerê bajêr dest pê bike. Nivîskar Nordhausen ragihand ku yekîneyên taybet ên artêşa Tirk salên 2015-2016'an gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 'bi erdê re kirine yek' û bi bîr xist ku li navenda bajarê Efrînê ku van yekîneyan berê xwe dan, nêzî nîv milyon kes dijîn.
ŞER WÊ GIRAN BIBE
Frank Nordhausen diyar kir ku tevî hemû hişyariyan jî Tirkiyeyê paş ve gav neavêtiye û şer bi vê yekê re girantir dibe. Nordhausen bi bîr xist ku Berdevkê Serokkomarê Tirk duh bang li DYA kir ku nehêle şervan derbasî Efrînê bibin. Nordhausen li gel hêzên ji rojhilatê Firatê berê xwe dan Efrînê, her wiha bal kişand ser konvoya ji Başûrê Kurdistanê ya ber bi Efrînê ve bi rê ket û destnîşan kir ku ev yek nîşaneya 'seferberiyê ye' ji bo Kurdan. Nordhausen herî dawî diyar kir ku KCK'ê bang li Kurdên li Bakur kirine û hêzên milîs ên weke 'alîgirê Îranê' yên bi rejîma Esad re têkildar in çûne Efrînê.