Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 806’an de didome

Malbata Şenyaşar di roja 806’an de Nobeda Edaletê domand.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 806’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, Nobeta Edaletê li Pirsûsê li mala xwe domand. 

Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Malbatê, Wezîrê Dadê yê nû Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 806’an de bi biryardarî didome. Heke wezîrê nû Yilmaz Tunç (@yilmaztunc) edaletê bîne vî welatî, divê ji Rihayê dest pê bike. Heta ev bêedaletî neyên bidawîkirin, behskirina edaletê tê wateya nejidilbûyîn û durûtiyê.”