Nobeta li Mêrdînê didome: Em qels nabin!

Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê didome. Di çalakiyê de bang hate kirin ku li dora HDP'ê kom bibin û peyama, ''hûn nikarin me qels bikin'' hate dayin.

Li Nisêbînê, girseya ku di roja 47’emîn a Nobeta Demokrasiyê de kom bû, tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Parlamentera bajêr Ebrû Gunay di çalakiyê de axivî û got: “Dibe ku hûn me tune bi hesibînin û ji nedîtive bên. Hûnê tu carî nekarin me qesl bikin.”
 
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînakirina qeyûman ên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê dest pê kir, di roja 47’an de dewam kir. Çalakiya li Mêrdînê dewam dike îro li navçeya Nisêbînê hat lidarxistin. Endamên HDP’ê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya rûniştinê bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîliyan û gotina stranan dest pê kir û di çalakiyê de helbest hatin xwendin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay piştî çalakiya rûniştinê axivî û wiha got: “Li Mêrdîn û navçeyên wê gel di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, dengê xwe da HDP’ê. Lê hikumeta AKP’ê, vîna gelê kurd xesp kir. Ev 47 rojin hewl didin bi qeyûman vî bajarî bi rêve bibin. Lê nikare bi rêve bibe û qeyûm tenê nelirêtiyê dikin. Bi baceyên gel li ser piyan dimînin. Bi tayînkirina qeyûman ne tenê vîna gel tune hesibandin, di heman demê vîna jinan jî nas nekirin. Qeyûm jî, mîna faşîzma AKP Û MHP a li qesrê vîna jinan nas nake. Bi vî awayî êrîşî destkeftiyên jinan jî dikin.”
 
Gunay, bal kişand ser danişîna doza tacîzkar Ercan Uysaler jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Duh danişîna Ercan Uysaler ê tacîzkar hebû. Me xwest em li dijî vê meşin, lê destûr nedan meşa me. Em dest ji vê dozê bernedin. Hûnê tu carî nekarin me qesl bikin. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê dewam bikin. Em bang dikin ku hemû kes li dora HDP’ê bibin xelek.”