Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' dewrî koma ji Kasselê re hat kirin

Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' dewrî koma ji Kasselê re hat kirin

Çalakiya nobeta bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Konseya Ewropayê ya ku navenda wê li Strasbougê ye, hatiye destpêkirin, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Kasselê hatibûn ve hate dewrgirtin.

Endamên komê dan zanîn ku ew ê di çalakiya xwe de, bi mirovan re hevdîtin bikin û derbarê hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aşitiyê de agahî bidin û gotin: “Em ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî vê çalakiyê bûn.”

 Di vê çalakiya ku wê vê hefteyê jî bidome de, wê broşurên ku jînnameya Ocalan têde heye bên belavkirin, û ji bo Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom bikin.

Çalakgerên tevlî nobetê bûn, derbarê êrîşên li ser Şengal û Kobanê de agahî dan û  banga bihîstiyarê li raya giştî ya navneteweyî dikin.

Endamên koma 120’emîn bêdengiya hêzên koalîsyonê û welatên Ewropayê şermezar kirin û berxwedana Rojava silav kirin.

Çalakiya nobeta “Ji Ocalan re Azadî” ku 25’ê hezîrana 2012 li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourga Franseyê hatiye destpêkirin, her hefte heft rojan di navbera saet 07:30 û 17:00 de berdewam dike. Bi sedan kesên tevlî çalakiyê dibin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan banga bihîstyariyê dikin.

Çalakiya nobeta “Ji Ocalan re Azadî” çalakiya herî dirêj a Kurdên li Ewropayê dijîn tê zanîn.