Nobeta ji Ocalan re Azad’ di hefteya 41’emîn de ye
Nobeta ji Ocalan re Azad’ di hefteya 41’emîn de ye
Nobeta ji Ocalan re Azad’ di hefteya 41’emîn de ye
Nobeta Azadiyê ya ku li bajarê Franse Strasbourgê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin di roja 285’emîn de ye. Di hefteya 41’emîn de Kurdên ku ji eyaletên Sachsen û Sachsen-Anhalt ên li rojhilatê Almanyayê beşdar bûn.
Nobeta azadiyê ku bi armanca azadiya Ocalan û girtiyên siyasî ji 25’ê hezîrana 2012 ve li ber Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin di hefteya 41’emîn de ye. Vê hefteyê koma ji bajarên Leipzing û Halle-Saale yên Almanyayê hatin û ji 5 kesan pêk dihat nobetê dewr girtin.
Kom di nobetê de belavokên bi ser navê “Who is Ocalan? –Ocalan kî ye?” ên ji bîografiya Ocalan pêk tên bi zimanên Frensî û Almanî belav dikin.
Ji çalakgeran Kurdistaniyê bi navê Şêx diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe û Ocalan azad nebe, çalakiya wan dê bidome.
Xwendekara dibistana navnîn Zeyneb Midyadî ku tevî bavê Şoreşvan Mehdî Midyasdî tevlî çalakiyê bûye jî bal kişand ser girîngiya çalakiyê û diyar kir ku ew ê ji bo kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li dibistanan hewl bide.
41 HEFTE NE HER ROJ NOBET HEYE
Nobeta azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê her hefte ji aliyê komên ji 4 -7 kesan pêk tê ve dewr tê girtin. Kom ji Kurdên ku ji her çar aliyên Ewropayê û nunerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê pêk tê. Nobeta azadiyê ku 25’ê Hezîrana 2012’ê dest pê kir, di hefteya 41’emîn de ye. Di çalakiyê de heta niha ji bo azadiya Ocalan zêdetirê 3 hezar îmze hatine berhevkirin û nêzî 50 hezar belavokên ji biyografiya Ocalan pêk tên hatine belavkirin.